​​​​​​​Leşkerên Iraqê hê jî dora Mexmûrê girtine 

Leşkerên Iraqê hîna jî dora wergehê bernedane û hewldanên dorpêçkirinê berdewam dikin. Xelkê Wargeha Mexmûrê jî 15 roj in bênavber di nava berxwedanê de ye.

​​​​​​​Leşkerên Iraqê hê jî dora Mexmûrê girtine 
3 hezîran, 2023   07:28
NAVENDA NUÇEYAN

Ji 20’ê Gulanê ve artêşa Iraqê hewl dide derdora Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) xendekan bikole, têl bike û bircan ava bike. Ev 15 roj in, penaberên Mexmûrê li hemberî vê hewldanê rawestiyane û li ber xwe didin.

Xekê wargehê li hember leşkeran û erebeyên zirxî konê berxwedanê vedane û bi şev û roj li wir nobetê digirin.

Mexmûrî duh bi şev jî di konên berxwedanê de heya siharê nobet girtin û heya niha jî li wir li ber xwe didin.

(c)