​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2-6-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2-6-2023
1 hezîran, 2023   23:00

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku divê gelê herêmê ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî xwe bispêre xwe, ji ber ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gel e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kovara 'Asoyên Jinan' ku hejmara wê ya yekemîn berî çend rojan derketiye ruh û hişmendiya jinên ku li rastiya xwe ya jiyanê digerin temsîl dike û dibe dengê tecrûbeyên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di şoreşê de radigihîne. (BI WÊNE)

Rêxistin, tevger û komeleyên jinan ji bo guhertina qanûnan û danîna qanûnên ku wekheviya di navbera her du zayendan de mîsoger bike û qanûnên giran ên li dijî jinan werin rakirin, pêngavên berfireh ragihandin. (BI WÊNE)

Di nava 6 mehan de hikumeta Şamê buhayê sotemeniyê 3 caran zêde kir. Şêniyan diyar kir ku ji ber van biryaran ciwan bê hêvî bûne û li rêya koçberiyê digerin. (BI WÊNE)

Huner stûneke bingehîn a geşpêdana jiyana civakê û vejandina bîra wê ye. Di şoreşên gelan de cihekî girîng digire. Hunermendan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mohreke diyar li şoreşa herêmê dane ku roleke girîng di ragihandina dengê şoreşê de lîst. Ji wan hunermend Eymen Şakir e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Qamişlo cenazeyê şervanê QSD`ê Kadar Îsa li goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir dikin saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)