​​​​​​​Xelatên Pêşbirka Şehîd Gerzan hatin belavkirin

Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Efrîn û Şehbayê kesên di 4`emîn Pêşbirka Wêjeyî ya Şehîd Gerzan de eşkere kir.

​​​​​​​Xelatên Pêşbirka Şehîd Gerzan hatin belavkirin
​​​​​​​Xelatên Pêşbirka Şehîd Gerzan hatin belavkirin
​​​​​​​Xelatên Pêşbirka Şehîd Gerzan hatin belavkirin
​​​​​​​Xelatên Pêşbirka Şehîd Gerzan hatin belavkirin
​​​​​​​Xelatên Pêşbirka Şehîd Gerzan hatin belavkirin
​​​​​​​Xelatên Pêşbirka Şehîd Gerzan hatin belavkirin
​​​​​​​Xelatên Pêşbirka Şehîd Gerzan hatin belavkirin
​​​​​​​Xelatên Pêşbirka Şehîd Gerzan hatin belavkirin
24 gulan, 2023   14:57
 ŞEHBA

Yekitiya Rewşenbîran a kantona Efrîn û Şehbayê Cotmeha borî ragihand ku ew êdî berhemên wêjeyî mîna gotar, çîrok, helbest, şano û hatîra bi zimanên erebî û kurdî pêşwazî dike.

Di 4`emîn Pêşbirka Wêjeyî ya Şehîd Gerzan de 20 kes ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn. Ji bo nirxandina berheman jûriyek ji 10 endaman ku ji kantona Şehba, Qamişlo û Ewropayê ne hat avakirin.

Îro li hola Mîtan a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê, navên kesên di pêşbirkê de bi ser ketine, hatin eşkerekirin.

Di destpêka şahiyê de endama Yekitiya Rewşenbîran Zozan Mihemed axivî û kesên serkeftî pîroz kir.

Zozan, qala siyasetên li dijî ciwanên herêmê û şerê taybet ê li ser wan kir û got: “Em ji dagirkeriya Tirk re careke din destnîşan dikin ku ew siyaset û şerê taybet, vîna me naşikîne. Me bi çand û hêviyên xwe ew siyaset têk birin.”

Zozan bang li ciwanan kir ku tev li dewreya 5`emîn a pêşbirgê bibin.

Dûre Avesta Mihemed û Mihemed Ebûdê du helbest bi zimanên kurdî û erebî, Mihemed Wês, Fatme Cemo helbestek girêdayî rola jinan di rêvebirina civakê de, hunermend Mihemed Welîd stranên xwe pêşandan.

Piştre navên kesên di pêşbirkê de bi ser ketine hatin ragihandin ku di gotarê de Efal Heskî, çîrokên bi zimanê kurdî Zozan Mihemed, Mîdye Berakat, Roja Ebdulqadir û Alan Ebdullah bûn.

Di helbesta bi zimanê erebî de, Fîdan Mihemed û Elaa Seid bi ser ketin. Lê berhemên şano û hatîra yên hatine pêşkêşkirin, bi ser neketin.

Di dawiya şahiyê de beşdaran li ber stranên Koma Şehîd Viyan Soran a Tevgera Kevana Zêrîn govend gerandin.

(dm/şx)

ANHA