Jinên Şengalî: Em bi xelkê Mexmûrê re ne

TAJÊ û Yekitiya Jinên Ciwan, êrişên hemberî Mexmûrê protesto kirin û got: ‘’Mexmûr ne bi tenê ye. Em bi xelkê Mexmûrê re ne.’’

Jinên Şengalî: Em bi xelkê Mexmûrê re ne
20 gulan, 2023   16:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Iraqê ji sibehê ve hewl dide ku Wargeha Mexmûrê dorpêç bike. Şêniyên Mexmûrê li hember wan hewldanan û têlkirina kampê, li ber xwe didin.

Têkildarî mijarê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê diyar kir ku êrişên li ser Mexmûrê ji hewildanên pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê ên li ser Şengalê ne qut in û got: “Li hember van planan heta bi hetayê em ê li ber xwe bidin.’’

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê, bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya bi xelkê Mexmûrê re nîşan da.

Daxuyanî li Navenda Şengalê, ji aliyê Berdevka Yekitiya Ciwanên Şengalê Sara Botan ve hate dayîn. Sara di serî de berxwedana gelê Mexmûrê silav kir û got: “Ev hewldanên hikumeta Iraqê yên li hember Mexmûrê êriş in û em van êrişan şermezar dikin. Em Êzidî û bi taybetî jinên ciwan  van êrişan li ser xwe dibînin. Ev planên hevbeş ên dewleta Tirk û Iraqê ne li hember Şengalê û Mexmûrê tên kirin. Wek tê zanîn ku bi salan e gelê me yê Mexmûrê bi awayekî bêhempa tê dikoşe û li ber xwe dide. Hikumeta Iraqê jî wê nikare bi van planên xwe yên qirêj îradeya gelê Mexmûrê bişikîne.”

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî jî Dayê Wethê axivî û got: “Em gelê Şengalê kengê rastî êrişan hatibin, gelê Mexmûrê beriya her kesî li me xwedî deketiye û piştgiriya me kiriye. Em jî piştgiriya xwe ya bi gelê xwe yê Mexmûrê re didin diyarkirin û dibêjin ku gelê Mexmûrê ne bi tenê ye. Gelê Mexmûrê, ji ber zilmê koçberî Iraqê bûye, eva niha li hember gelê Mexmûrê tê kirin bêedaletî ye û divê ev plan bên sekinandin. Ev planên dorpêçkirinê hemwextî êrişên li ser Şengalê ne. Ji bo ev plan pêk neyên em ê heta bi dawiyê li ber xwe bidin.’’