Hêzên Iraqê êriş kir û xelkê Mexmûrê bi keviran bersiv da

Hate ragihandin ku hêzên Iraqê bi çekan êriş xelkê Wargeha Mexmûrê kirin û piştî ku gel bi keviran bersiva wan da bi neçarî şûnde reviyan.

Hêzên Iraqê êriş kir û xelkê Mexmûrê bi keviran bersiv da
20 gulan, 2023   14:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Roj Newsê ragihand ku hikumeta Iraqê hewl dide ku derdora Wargeha Penaberan ya Mexmûrê bi têlan dorpêç bike. Bi dehan wesayîtên zirxî li derdora wargehê girtine û dixwazin derdora wê bi têlan dorpêç bikin.

Gelê Wargeha Mexmûrê ji serê sibehê ve li dijî hewldanên dorpêçkirin û têlkirina wargehê li pêşiya hêzên Iraqê di nava çalakiyê de ne û nahêlin hêzên Iraqê bikevin wargehê.

Li gorî ajansê hêzên Iraqê dema ku dîtin gel ji berxwedanê paşde gav na avêje, serî li rêbazên tundiyê dan û bi çekan êriş gel kirin. Gel jî bi kevir û dirûşmeyan bersiv dan hêzên Iraqê û ew neçar kirin ji cihê ku ji serê sibehê ve lê dimînin paşde biçin.

(şx)