​​​​​​​Li herêma Firatê seferberiya parastina zeviyan

Cotkarekî ji kantona Kobanê anî ziman ku parastina zeviyên çandiniyê ne erka saziyên xizmetguzarî û tîmên awarte tenê ye, lê belê berpirsyariya her kesî ye.

​​​​​​​Li herêma Firatê seferberiya parastina zeviyan
20 gulan, 2023   03:22
KOBANÊ

Bi destpêka wexta çinînê re, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nobeta parastina zeviyan digirin.

Cotkarê bi navê Îsa Mistefa yê ji gundê Til Xezalê yê Kobanê destnîşan kir ku parastina zeviyan ji şewatê û çêrandina bêserûber xwedî girîngiyeke mezin e: "Wexta çinînê girîng e, ji ber wê jî dema şewatek çêdibe dive her kes ji bo vemirandina wê dibe alîkar. Her wiha divê rêveberî jî bi rêya pêşkêşkirina sotemeniyê ji bo cotkaran, bi wan re bibe alîkar."

Desteya Rêveberiyên Xwecih û Jîngehê ya Herêma Firatê di 9'ê Gulanê de ragihand ku ew ji bo hemû rewşên awarte amade ne û got, wan 23 amûr wek dîraktor, erebeyên agirkuj û sahrîcên avê amade kirine.

Hevseroka Meclisa Navçeya Şêranê Helîme Mihemed destnîşan kir ku xebatên wan ên parastina zeviyan bi awayekî hevbeş bi şêniyan re didomin û got: "Me erebeyên agirkuj amade kirin û hejmarên taybet ji bo rewşên awarte jî amade kirin. Di heman demê de li ser vê mijarê em rojane bi şêniyan û serokên komînan re dicivin."

Berpirsê çavkaniyên avê yên ku avê dide erebeyên agirkuj ên deverên rojhilayê kantona Kobanê Mihemed Mehmûd anî ziman ku wan 2 çavkaniyên avê ji bo ku avê bidin erebeyên agirkuj amade kirine, yek j navçeya Şêranê û yek din li gundê Elîşarê ye. Mehmûd destnîşan kir ku erebeyên agirkujê dê heta dawiya çinînê rojane 24 saetan di xizmetê de bin.

Ji bo parastina zeviyên çandiniyê yên herêma Firatê di 5'ê Nîsana borî de ji tevahî meclisên kantonên herêma Firatê komîteya rewşên awarte hat avakirin.

(mh)

ANHA