​​​​​​​Dorpêça hikumeta Şamê gefan li pîşeyên welatiyan dixwe

Mihemed Elî pîşeya çêkirina pêlavan ji bav û bapîrê xwe hîn bûye û 23 sal e vî karî didomînin, lê dorpêça hikumeta Şamê pîşeya wî jî asteng dike.

​​​​​​​Dorpêça hikumeta Şamê gefan li pîşeyên welatiyan dixwe
20 gulan, 2023   04:31
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Di 18′ê Adara 2018′an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Efrînê dagir kir û ji ber wê 350 hezar welatiyên Efrînê bi darê zorê koçberî Şehbayê bûn. Mihemed Elî jî yek ji wan koçberan e ku tevahî mal û milkên xwe li pey xwe hiştin.

Mihemed Elî pîşeya çêkirina pêlavan ji bav û bapîrê xwe ku ji 23 salan ve ew kar dikir, wergirt. Beriya dagirkirina Efrînê werşeyeke wî ya taybet hebû, lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên ew talan kir.

Li kantona Şehbayê Mihemed Elî ji ber zêdebûna buhayan matmayî maye. Ji ber ku pêla bihabûnê li pêlavan jî xistiye.

Vê yekê hişt Mihemed Elî beriya sal û nîvekê werşeyeke biçûk li Ehdas a Şehbayê veke, pêlavan çêke û li sûkan bifiroşe ku bihayên wê kêmî yên pêlavên ji Helebê tên.

Mihemed Elî ji ajansa me re wiha got: "Ji dema em koçberî Şehbayê bûne, bendên kontrolê yên hikumeta Şamê dorpêçeke giran li dijî me ferz dikin. Ji lew re buha zêde bûn. Pêlav jî wisa ne. Dema em diçûn sûkên Ehdas û Fafînê ku pêdiviyên xwe bikirin, em ji buhayan matmayî diman. Lê ji ber ku çêkirina pêlavan kar û pîşeya min e, min herî kêm lêçûna çêkirina pêlavan dizanî. Ji ber ku bendên kontrolê yên hikumeta Şamê bacan ferz dikin û bazirgan jî vê yekê bi kar tînin û buhayan li gorî xwe diyar dikin."

Hikumeta Şamê ji zêdetirî 5 salan ve dorpêçeke giran li ser Şehbayê ferz dike, nahêle madeyên bingehîn, sotemenî, pêdiviyên tibî û derman bikevinê, heke bihêle jî bacên zêde ferz dike.

Vê dorpêçê hişt ku Mihemed Elî werşeyeke xwe veke û buhayên bilind ên pêlavan bişikîne. Elî li ser vê yekê wiha axivî: "Min biryar da ku werşeyeke biçûk a çêkirina pêlavan vekim û pêlavan bifiroşim sûkan û buhaya bilind daxim, da ku xwetêrkirin li Şehba û Şêrawayê pêk bê. Di werşeyê de zêdetirî 20 kes dixebitin û rojane 60 heta 70 pêlav tên çêkirin û li sûkan bi buhayekî guncaw tên belavkirin."

′DORPÊÇ PEYDAKIRINA MADEYÊN SEREKE ASTENG DIKE′

Li ser astengiyên heyî Elî wiha got: "Ji ber dorpêçê madeyên çêkirina pêlavan nagihînin Şehbayê û ji ber wê buhayên pêlavan zêde dibin. Lê tevî wê ev pêlav ji yên Helebê tên, erzantir in."

Elî got mazot jî nayê peydakirin û buhayê wê bilind e û dibe ku ji ber vê yekê werşe (atolye) bisekine.

Mihemed Elî bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir destwerdanê bikin û dorpêça li ser koçberên Efrînê bi dawî bikin.

(fr)

ANHA