Yekitiya Jinên Ciwan soza mezinkirina têkoşînê da

Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî zarokan û jinan li herêmên dagirkirî xwepêşandanek li dar xist.

Yekitiya Jinên Ciwan soza mezinkirina têkoşînê da
14 gulan, 2023   14:47
MINBIC

Xwepêşandan li rex Çerxerêya Mîzan a Minbicê li dar ket. Di xwepêşandanê de endamên yekitiyê, Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya, partî, meclis, rûspî, rêxistinên civaka sivîl û Komîteya Ciwan û Werzîşê hazir bûn.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Duha El Ehmed daxuyanî da û got: "Em jinbo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û kiryarên terorîst ên li dijî jinan û zarokan li Efrînê li vir kom bûne. Di vê dawiyê de sûcên dermirovî û derexlaqî zêde bûn."

Duha diyar kir ku tecrîd berdewama komployên li dijî gelên Rojhilata Navîn e.

Her wiha Duha destnîşan kir ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û têkbirina zulm û koletiyê  dê têkoşînê bidomînin û soza şopandina rêya şehîdan da.

(şx)