Ji bo parastina sindoqan hashtaga #SandıktakiİradeneSahipÇık

Ji bo parastina sindoq û dengan, li ser medyaya dîjîtal hashtaga #SandıktakiİradeneSahipÇık hat destpêkirin. Pervîn Buldan û Çiğdem Kılıçgün Uçar jî di nav de gelek kesan bang kir ku herkes li ser sindoqan be û xwedî li dengan derkeve.

Ji bo parastina sindoqan hashtaga #SandıktakiİradeneSahipÇık
14 gulan, 2023   07:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo hilbijartinên Serokkomariyê û giştî, dengdanê saet di 08.00'an de dest pê kir. Wê dengdan heya saet 17.00'an bidome û paşê wê dest bi hejmartina dengan bê kirin.

Li ser malperên medyaya dijîtal ji bo parastina dengan û sindoqên dengdanê kampanyaya hashtag bi zimanê Tirkî bi gotinên xwedî li îradeya xwe derkeve (#SandıktakiİradeneSahipÇık) saet di 10.00`an de hat destpê kirin. Ji niha ve li ser asta Kurdistanê û Ewrûpa gelek hashtag li ser twîtterê hatin avetin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan Pervîn Bûldan, bi rêya parvekirina dîmen re bang li gel, muşahît û erkdaran kir ku xwedî li sindoqên dengdayînê derbikevin û heta teslîmkirina sindoqan divê herkes li ser erkên xwe be. Pervîn Bûldan da zanîn ku divê herkes xwe wekî erkdar bibîne û xwedî li sindoqan derbikevin û wiha dom kir: “Îqtîdar wê progandayên qirêj bike lê divê tu kes nekeve bin bandoriya wan. Bila çav û guhê we tenê li ser dengên me û sindoqan bin. Qedera Tirkiyê di destê we de ye. Hûne qedera Tirkiyê biguherînin. Ji we hemûyan re serkeftin.”  

Berdevka Partiya Çepêk Kesk Çiğdem Kılıçgün Uçar jî bi rêya dîmen re bang li hemû kesî kir ku ji bo serkeftina hilbijartinê divê xwedî li sindoqên dengdayînê bê derketin û got: “Heta bi dawîbûna jimartina dengan û daxuyaniya navenda me divê sindoq neyên berdan. Heta encama belgeyên (tutanak) sindoqan em nebin navendê partiya xwe li ser erkên xwe bin. Encamên xebatên me yên mehanê tê diyar bike. Sindoq û deng emanetî tê ne. Îro em ê dîrokê bi hev re binivîsînin. Teqez em ê serbikevin.”

Hin hashtagên hatine parvekirin;

* Tenê dengdayîn terî nake divê em xwedî li dengên xwe derbikevin. Parastina dengan parastina vîna xwe ye. #SandıktakiİradeneSahipÇık

* Xwedî li îradeya xwe derbikeve. #SandıktakiİradeneSahipÇık

* Gulten Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel û bi hezaran rêhevalên xwe me bi dengê xwe hilbijart. Ji bo azadiya rêhevalên xwe teqez divê em xwedî li vîna xwe derbikevin. #SandıktakiİradeneSahipÇık

* Pêşeroja te di van sindoqan de ye, xwedî lê derbikeve. #SandıktakiİradeneSahipÇık

* Dem dema hesab xwestinê ye. Em deyndarên zîndana ne. Sindoqan biparezê.  #SandıktakiİradeneSahipÇık

* Bila herkes li dijî berxwebide, dernekeve û dev ji sindoqan bernede. #SandıktakiİradeneSahipÇık

Di nav hin hashtagan de agahî hatin belavkirin ku polîsên dewleta Tirk dijî hemwelatiyan ketine nav tevgerê û nahelin ku parastina sindoqan ji aliyê muşahîtan ve bê kirin. Bang tê kirin ku serî li van êrişan netewînin.

(cb/c)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PztEAvNENBQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>