​​​​​​​Bîlançoya teqîna li Şamê bilind bû

Di encama teqîna duh a li Şamê de hejmara kuştiyan zêde bû. 2 kes mirin û 3 jî birîndar bûn.

​​​​​​​Bîlançoya teqîna li Şamê bilind bû
11 gulan, 2023   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Hundir a hikumeta Şamê ragihand ku di encama teqîna duh a li dijî navendeke polîsan li taxa Berzê ya Şamê de hejmara kuştiyan zêde bû; 2 kes mirin û 3 jî birîndar bûn.

Li gorî wezaretê, serbazekî hêzên hikumeta Şamê di encama birîna xwe ya giran de jiyana xwe ji dest da.

Bi vê yekê re di encama teqîna erebeyeke polîsan li hola navenda polîsan a Berzê ya Şamê de 2 kes hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Duh, çeteyên DAIŞ′ê teqîn girtibû ser xwe.

(fr)