​​​​​​​Ji mîtînga Kobanê: Armanca me Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad be

Girseya gel li Kobanê kom bû da ku beşdarî mîtînga ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya Partiya Çepên Kesk bibe.

​​​​​​​Ji mîtînga Kobanê: Armanca me Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad be
​​​​​​​Ji mîtînga Kobanê: Armanca me Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad be
​​​​​​​Ji mîtînga Kobanê: Armanca me Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad be
​​​​​​​Ji mîtînga Kobanê: Armanca me Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad be
​​​​​​​Ji mîtînga Kobanê: Armanca me Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad be
​​​​​​​Ji mîtînga Kobanê: Armanca me Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad be
​​​​​​​Ji mîtînga Kobanê: Armanca me Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad be
11 gulan, 2023   12:14
KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî mîtînga li Qada Şehîd Egîd a Kobanê ya ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya Partiya Çepên Kesk di hilbijartinên Tirkiyeyê de bûn. Mîtîng bi dirûşma "Azadiya Rêber Apo garantiya demokrasî û îstîqrara herêmê ye" hate lidarxistin.

Beşdaran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Partiya Çepên Kesek hildan.

Di mîtîngê de Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk a Herêma Firatê (PYD) Nesre Xelîl axivî û berxwedana Rêber Abdullah Ocalan silav kir.

Nesre diyar kir ku şêniyên herêma Firatê piştgiriya xwe ji şêniyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê re di hilbijartinên li Tirkiyeyê de nîşan da û wiha pê de çû: "Dengê xwe bidin vê partiyê, ji ber ku di 2014′an de bi şêniyên Kobanê re sekinî."

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Heza Mihemed jî wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan li dijî şikandina qeydên li ser gelan tê koşiya û projeya wî ya siyasî derbeya li dijî planên destpotan e, ji lew re komployek li dijî wî pêk anîn. Ji erka me jî ew ji bo wî tê bikoşin."

Mihemed destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker li ser qaûna Mafê Hêviyê ku mafê girtî ya azadiyê heye, îmze kir, lê qedexe dike ku ne malbat ne ji parêzer hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re bikin. Bi vê yekê hemû qanûnên navneteweyî bin pê dike û mafên Rêber Abdullah Ocalan bin pê dike.

Mihemed got divê gelê dîroka qirkirin û komkujiyên desthilatên AKP′ê pêk anîne, bizanin û wiha domand: "Ger Erdogan di hilbijartinan de bi serket, dê siyaseta xwe ya krîmînîlîzekirina li hember gelên herêmê dewam bike û projeya xwe ya dagireriyê temam bike."

Li aliyekî din jî hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Adil Hec Kerho wiha got: "Bê serokê jiyan nabe. Ji ber wî, piştî çewisandina nasnameya me, em ji tarîtiyê derxistin. Ji lew re dê dengvedana me ya banga azadiya wî ya fîzîkî bigihîne asîmanan. Bila hemû komploger bizanin ku Rêber Abdullah Ocalan ne tenê ye, li pey wî bi milyonan heye."

Mîtîng bi stranên şoreşgerî û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

Ev mîtîng di çarçoveya rêzeçalakiyên li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hate lidarxistin. Duh jî li Qamişoyê û 9′ê Gulanê li Şehbayê hatibûn lidarxistin.

(fr)

ANHA