Pirsgirêka kehrebeyê li taxeke Hesekê tê çareserkirin

Ev 3 meh e kehrebe li taxa Telayî ya bajarê Hesekê qut e. Navenda Kehrebeyê ya bajar soza çareserkirina vê pirsgirêkê da.

Pirsgirêka kehrebeyê li taxeke Hesekê tê çareserkirin
1 gulan, 2023   03:50
HESEKÊ – HENAR ÎBRAHÎM

Tarans û kabilên kehrebeyê yên taxa Telayî ya bajarê Hesekê hatin dizîn û ji 3 mehan ve 300 mal bê kehrebe ne.

/kr/uploads/files/2023/04/30/195054_-.webp

Welatiya bi navê Fatma Mihemed aji taxa Telayî got: "Ji ber binpêkirinên domdar û diziya tarans ev 3 meh in me kehrebe nedîtiye."

/kr/uploads/files/2023/04/30/195108_-.webp

Welatiyê bi navê Mihemed Hisên jî diyar kir ku ji ber rewşa aborî û debarê ya zehmet şêniyên taxê nikarin taransekî din li şûna yê hatiye dizîn bikirin.

Hisên bng li aliyên têkildarî kir ku taransekî nû ji bo taxê deynin. Her wiha bang li Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir ku dewriyeyan li taxê zêde bikin da ku rê li ber diznî û binpêkirinan were girtin.

/kr/uploads/files/2023/04/30/195040_-.webp

Hevserokê Navenda Kehrebeyê ya bajarê Hesekê Selah Hesen sedema derengbûna dayîna taransekî nû li taxa Talayî spart binpêkirinên domdar ên li taransan.

Hesen diyar kir ku di demeke nêzîk de wê pirsgirêka qutbûna kehrebeyê li taxê çareser bikin û tedbîrên pêşgirtina li binpêkirinan bigirin.

(bb)

ANHA