​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-4-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-4-2023
29 nîsan, 2023   23:00

Endamê Partiya Demokratîk a Civakî Nîdal Fendî diyar kir beyannameya çareseriyê ya Rêveberiya Xweser nîştimanî ye û bang li tevahî aliyan kir ku piştgiriyê bidin beyannameyê û diyalogan pêk bînin.

Li kantona Girê Spî ya ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, bi rêya komeleyên pakistanî û çaçanî zarok li ser îdeolojiyeke tundraw tên perwerdekirin

Aloziya aborî ya li Sûriyeyê, civîna çaralî ya li Moskovê,  şerê li Sûdanê, her wiha guhertin  û hevbendiyên li Rojhilata Navîn mijarên hefteya borî yên rojnameyên erebî bûn.

Kesayetên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku Partiya Çepên Kesk ji bo gelên bindest ên Tirkiyeyê kilîta demokrasî û azadiyê ye û bang li gelên Tirkiyeyê kir ku dengê xwe bidin wê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hêzên hikumeta Şamê hejmara bendên kontrolê yên têketin û derktina ji taxên dorpêçêkirî yên Helebê zêdetir kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Horiye Mihemed ku 25 sale gulfiroşiyê dike û şitilên daran diçîne, li warê koçberiyê jî vî karî didomîne û tevkariya hêşînkirina hawirdorê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê ji bo bîranîna 80 şehîdan ku di Çile, Sibat, Adar, Nîsan de di dem û cihên cuda de şehîd bûne, merasîmekê li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran li dar dixe saet di 11:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Navçeya Tirbespiyê bi hevkariya saziyên navçeyê û şêniyan, parêgeha Bendava Mizgeft paqij dikin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Hesekê 1`ê Gulanê li kargeha jenî û tevnkirinê pîroz dikin saet di 15:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA