Evîn Cûma: Dewleta Tirk li herêmê sûcên şer dike

Evîn Cûma diyar kir ku topbarana dewleta Tirk a dagirker ku di encamê de 3 zarok şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn sûceke şer e û got: “Ev êrişên ku ji 2019`an de dewam dikin jiyana welatiyan dixin xeteriyê.”

Evîn Cûma: Dewleta Tirk li herêmê sûcên şer dike
27 nîsan, 2023   09:05
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Di 24`ê Nîsanê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Eyn El Ebid ê li rojhilatê navçeya Til Temirê topbaran kir. Di encamê de 3 zarokên xwişk û birayên hev şehîd bûn, 3 zarokên din jî birîndar bûn û heta niha li Nexweşxaneya Jiyan a li Hesekê tên dermankirin.

Hat hîbûn ku zarokên şehîd û birîndar bûne ji heman malbatê ne. Navên zarokên şehîd wiha ne; Meryem Xidir Uwês (10), Itîdal Uwês (9), Ebdulezîz Uwês (8).

Endama Rêveberiya Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma têkidarî mijarê ji ANHA`ê re axivî. Evîn anî ziman ku ev ne cara yekemîn e bûyerên bi vî rengî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ve li herêmê pêk tên û got: “Ji dema dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî (2019) de topbaran û bombebarana li dijî herêmê dewam dike. Gelek sivîl hatin hedefgirtin ku di nava wan de zarok jî hebûn. Her wiha hejmarek mezin ji wan ji ber birîndariya wan giran e, asteng bûne.”

Evîn Cûma destnîşan kir ku li gorî zagonên navneteweyî yên mirovî, li dijî welatiyên herêmê sûcê şer tê kirin û wiha dom kir: “Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ne tenê metirsiyê li ser Til Temirê çêdikin, lê belê metirsiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava dike. Ji bilî koçberiya bi darê zorê, ji ber êrişan welatî nikarin berhemên xwe yê çandiniyê ji nava zeviyên xwe rakin.”

Endama Rêveberiya Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma di dawiya axaftina xwe de bang li komeleyên mafê mirovan ên navneteweyî kir ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bêdeng nemînin.

(c)

ANHA