HRW: Nobetdarên Tirk sûriyeyiyên hewl didin sînor derbas bikin qetil dikin

HRW’ê diyar kir ku nobetdarên sînor ên Tirk mafên mirovan binpê dikin û got ew sûriyeyiyên hewl didin sînor derbas bikin, îşkenceyê lê dikin û qetil dikin.

HRW: Nobetdarên Tirk sûriyeyiyên hewl didin sînor derbas bikin qetil dikin
27 nîsan, 2023   08:39
NAVENDA NÛÇEYAN

HRW (Human Rights Watch) di raporeke xwe de eşekre kir ku nobetdarên sînor ên Tirk bi awayekî ketober guleyan li sûriyeyiyên li ser sînorê Sûriyeyê dibarînin, îşkenceyê lê dikin û kesê hewl didin derbasî Tirkiyeyê bin, tundiyê li dijî wan pêk tînin.

HRW’yê da zanîn ku divê hikumeta Tirkiyeyê lêpirsînekê veke û nobetdarên sînor li ser van kiryaran hesab bike.

Ji destpêka 2023′yan ve Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) 12 rewşên qetilkirin û birîndariyê bi destê nobetdarên sînor ên Tirk tomar kirin.

Gerînendeyê Ewropa û Asyaya Navîn ê HRW′ê Hugh Williamson got kiryarên ketober ên qetilkirina sûriyeyiyan parçeyek ji metoda hovane ku nobetdarên sînor ên Tirk pêk tînin û hikumet li hember wê nasekine yan jî lêpirsînê venake. Wê yekê jî ji 2015′an ve hişt bi sedan sûriyeyî werin qetilkirin.

(fr)