​​​​​​​Ciwanê astengdar û xêzkirina wêneyan

Ciwanê bi navê Hesen El Mihemed piştî ku bi qezayeke trafîkê astengdar bû, xwe di aliyê xêzkirina wêneyan de bi pêş xist û di xêzkirina karekter û anîmeyê de bû pispor.

​​​​​​​Ciwanê astengdar û xêzkirina wêneyan
​​​​​​​Ciwanê astengdar û xêzkirina wêneyan
​​​​​​​Ciwanê astengdar û xêzkirina wêneyan
​​​​​​​Ciwanê astengdar û xêzkirina wêneyan
​​​​​​​Ciwanê astengdar û xêzkirina wêneyan
27 nîsan, 2023   07:55
DÊRAZOR -ÊMÎLÎ SELOM

Bi pênûsa xwe karekterên xwe li ser kaxezên biçûk xêz dike, ji bo ku behreya xwe bi pêş bixe, nexasim piştî qezayê ku qedera wî guhart.

Hesen El Mihemed (25) ji şêniyên bajarokê El Kebir ê rojavayê Dêrazorê ye. Di sala 2014'an de di qezayeke trafîkê de astengdar bû û lingên wî felc bûn.

Vê behreyê hişt ku El Mihemed rewşa xwe ya nû piştî qezayê, derbas bike. Piştî qezayê behreya xwe bi pêş xist. El Mihemed li ser vê yekê wiha got: “Ji biçûkahiya xwe ve ez ji xêzkirina wêneyan hez dikim. Min kesayetên karton ên li ser televîzyonan xêz dikirin. Ev yek bû tiştekî bingehîn û rojane. Min ev behre bi pêş xist."

El Mihemed wiha domand: “Sala 2014`an, ji ber qezaya trafîkê lingên min felc bûn. Min nekarî lingên xwe bilivanda. Ji ber wê, xêzkirina wêneyan bû hevalê min.”

El Mihemed destnîşan kir ku her tiştê çavên wî lê dikeve; wekî kesayetên anîmeyê (fîlmên anîmasyon ên japonî), çîrokên zanistî, kesayetên kartonî yên navdar dikare xêz bike.

El Mihemed diyar kir ku wî bi xwe ev behre bi pêş xist û got: "Ez hêvî dikim ku li herêmên Dêrazorê peymangehên têkildarî vê yekê bên vekirin ku piştgiriya behreya ciwanan bikin û tecrubeyê bide wan."

(dm/şx)

ANHA