​​​​​​​Nivîskarên ji Misirê: Beyannameya Rêveberiya Xweser mifteya çareseriyê ye

Nivîskar û analîzvanên ji Misirê têkildarî beyannameya Rêveberiya Xweser ya ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê got ev beyanname ji bo çareseriya siyasî mifteya herî girîng e. Nivîskaran bang li hikumeta Şamê kir ku vê beyannameyê pêşwaz bike.

​​​​​​​Nivîskarên ji Misirê: Beyannameya Rêveberiya Xweser mifteya çareseriyê ye
26 nîsan, 2023   01:40
QAHÎRE-MUHSIN EL MISIRÎ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 18′ê Nîsanê de beyannameya çareseriya krîza Sûriyeyê ragihand, da ku çareyeke aştî û demokratîk çêbe.

/kr/uploads/files/2023/04/25/193332_-.webp

Li ser vê yekê, nivîskar û dîroknasê misirî Elî Ebû El Xêr wiha got: "Beyannameya Rêveberiya Xweser ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê ragihandiye, mifteya herî girîng a çareya siyasî û aştiyane li hundirê Sûriyeyê ye."

Elî Ebû El Xêr diyar kir ku ev beyanname xwe dispêre diyaloga demokratîk, bêyî paşguhkirina her pêkhateyeke gelê Sûriyeyê.

Ebû El Xêr wiha domand: “Gelo dê rejîma Sûriyeyê bersivê bide vê beyannameyê? Ev cihê gumanê ye. Rejîm bi rêya nêzîbkûna xwe ya niha bi dewleta Tirk an jî dewletên Ereban re hewl dide vegere beriya 2011′an. Ev yek li dijî beyannameya ji bo hewldana çareseriya krîza Sûriyeyê ye."

Li gorî dîroknans, beyanname pirsgirêkên Sûriyeyê çareser dike; ji ber ku mafên pêkhateyên Sûriyeyê înkar nake û cudahiyê naxe navbera sûriyeyiyan.

Ebû El Xêr wiha domand: "Wekî di beyannameyê de hatiye gotin, girîng e ji hemû hêzên siyasî re, biçûk an mezin, xwedî nêrîneke pêşerojê ya rêvebirina welat û şêweya wê ya li Sûriyeyê be. Ev mijar xwedî girîngiyeke mezin a pêkanîna aştî û îstîqrarê ye."

Ebû El Xêr di dawiyê de got beyanname pêngaveke mezin ber bi çareseriya krîza Sûriyeyê ve ye û ev wek çareya siyasî ji dewletên herêmê re ye.

REWŞA NÛ YA SÛRIYEYÊ

/kr/uploads/files/2023/04/25/193313_-.webp

Li aliyekî din jî nivîskar û analîzvanê siyasî Îbrahîm Şaban wiha got: "Careke din vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî ne dijberî gihandina ber bi çareyeke siyasî li hundirê Sûriyeyê ye. Krîza rasteqîn hîna heye, Sûriye û şêniyên wê bedeleke giran da."

Li gorî nivîskarê Şaban, beyannameya Rêveberiya Xweser xwedî statuyeke siyasî ya hevgirtî ye û dûrî paşguhkirina rejîma Sûriyeyê yan jî hêz û tevgerên Sûriyeyê yên heyî ye.

Şaban wiha domand: "Beyannameya Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê ye û banga li hikumeta Sûriyeyê û hemû hêzên neteweyî yên demokratîk e. Her wiha bangeke cidî ji bo vegerandina nêrîna dûrî hêzên navneteweyî û herêmî ye ku krîza Sûriyeyê bi kar anîn, dewlemendiya Sûriyeyê û gelê wê talan kirin."

Şaban destnîşan kir ku di vê rewşa nakokiya kûr a Sûriyeyê de ne pêkan e Sûriye bêyî çareya siyasî ya hevbeş li Komkara Erebî vegere yan jî ji nû ve têkiliyan bi Ereban re were çêke.

Şaban di dawiyê de îşaret bi beyannameya Rêveberiya Xweser wiha got: "Dewama nakokiya serkeftin û qezenckirina aliyekî şaşiyeke mezin e û welat ber bi karesatekê ve dibe û ger nakokiyên Sûriyeyê çareser nebin dibe ku meseleyên nû çêbin."

(fr)

ANHA