​​​​​​​Şêniyên Dêrazorê li hewşên xwe sebzeyan diçînin

Şêniyên Dêrazorê hewl didin bi rêya çandiniyê xwetêrkirinê pêk bînin. Her malbatek li kêlek mala xwe sebzeyan diçîne.

​​​​​​​Şêniyên Dêrazorê li hewşên xwe sebzeyan diçînin
26 nîsan, 2023   03:40
DÊRAZOR-FATME EL EBID

Di vê dawiyê de çandina sebzeyan di malên plastîk (sera) li gundewarên Dêrazorê gelekî berbelav bû. Li kêleka her malekê sebze hatine çandin, da ku xwetêrkirinê pêk bînin. Li kêleka wê jî çandina demsalî heye.

Çandinî ji girîngtirîn pîşeya şêniyên Dêrazorê ye. Her wiha jêdera sereke ya qûta debarê ye.

/kr/uploads/files/2023/04/25/194120_-.webp

Cotkar Îbrahîm El Tirkî ê xwediyê 2 donim erd ku sebze lê çandine yê ji bajarokê Hecînê yê Dêrazorê got di vê dawiyê de welatî gelekî sebzeyan diçînin û li sûkên herêmê difiroşin, da ku pişta xwe nedin anîna ji derve.

Têkildarî tov, semad û dermanan Îbrahîm El Tirkî got: "Ew tişt hene, lê êşa me avdan û lêçûna wê ye. Ji ber ku em çandiniyên xwe bi bîran av didin. Lêçûna her donimekê 35 hezar lîreyên Sûriyeyê ye."

/kr/uploads/files/2023/04/25/194141_-.webp

Hind El Casim ku li mala xwe sebze çandine jî got: "Em erdê xwe cot dikin û ji giyayên bizirar paqij dikin û av didin. Dema tava rojê zêde dibe, em sebzeyan dipeçinin û her tim giyayên bizirar paqij dikin."

Hind wiha domand: "Dema sebze digihêjin em mûna malê jê digirin. Her wiha li cîranên xwe yên ku neçandine, belav dikin û ger zêde bû, dadixin sûkên herêmê."

Li gorî Hind herî zêde sebzeyên mîna îsot, balîcan, firingî, xiyar û kosa tên çandin.

(fr)

ANHA