​​​​​​​Beriya civîna Moskovê Çavuşoglu li ser dagirkirina axa Sûriyeyê israr kir

Wezîrê karên derve yê dewleta Tirk a dagirker beriya lidarxistina civîna wezîrên parastinê yên Rûsya, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê, li ser domandina dagirkirina bakurê Iraqê û Sûriyeyê israr kir.

​​​​​​​Beriya civîna Moskovê Çavuşoglu li ser dagirkirina axa Sûriyeyê israr kir
25 nîsan, 2023   08:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu got hêzên wan ên dagirker ji bakurê Iraqê û Sûriyeyê venakişin.

Çavuşoglu ku dewleta wî piştgiriya çeteyên DAIŞ û El Nusra dike û mazûvaniya serçeteyên wan li herêmên dagirkirî dike, têkoşîna li dijî terorê kir hincet ku ji ber wê hêzên wan li Sûriyeyê ne.

Çavuşgolu îdia kir ku ew tima nakin ku axa Sûriyeyê parçe bikin û welatê wî tenê bi şertê sepandina ewlehiyê li wan herêman, dê ji Sûriyeyê vekişe. Tê zanîn ku li herêmên ji aliyê dewleta Tirk hatine dagirkirin, kuştin, revandin, talankirin û şerê di navbera çeteyan de berdewam in.

Çavuşoglu beriya lidarxistina civîna wezîrên parastinê yên Rûsya, îran, Sûriye û Tirkiyeyê li Moskovê, ev daxuyanî da.

Hikumeta Şamê di zêdetirî daxuyaniyekê de pêwîstiya vekişîna Tirkiyeyê ji Sûriyeyê destnîşan kir û daxuyand ku ji bo normalîzekirinê, şertek e.

(şx)