Parêzeran careke din serî li dozgeriyê da

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê da.

Parêzeran careke din serî li dozgeriyê da
25 nîsan, 2023   08:11
NAVENDA NÛÇEYAN 

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Mazlûm Dînç û Faîk Ozgur Erol ji bo ku hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tir û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzeran, ji bo hevdîtina bi Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî hem serî li dozgeriyê û hem jî li midûriyeta girtîgehê dan.

Rêber Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û zêdetirî 2 salan e tu agahî jê nayên wergirtin.