Li Hemayê di mehekê de 54 kes hatin kuştin

Di meha Nîsanê de di êrişên çeteyên DAIŞ`ê de û ji ber mayinên bermahiyên şer, li Hemayê 54 kes hatin kuştin.

Li Hemayê di mehekê de 54 kes hatin kuştin
23 nîsan, 2023   07:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji destpêka Nîsanê de di encama êrişên çeteyên DAIŞ`ê û bermahiyên şer de li Hemayê 36 sivîl û 18 leşker hatine kuştin.

Hikumeta Şamê hê jî pirsgirêka mayinên ji bermahiyên şer ku dibin sedema mirina bi dehan welatiyan, çareser nake. Her wiha nikare şaneyên DAIŞ`ê yên li çolistanê ku dem bi dem li dijî welatiyan êrişan pêk tînin, tune bike.

(c)