KNK: Divê tevahî dezgehên peywendîdar komkujiya 1915’an wek qirkirin qebûl bikin

KNK’ê bi wesîleya 108’emîn salvegera Komkujiya Ermenan daxuyaniyek da û diyar kir “Em qirkirina sala 1915’an careke din bi tundî şermezar dikin û daxwaz dikin ku ji aliyê tevahiya dem û dezgehên peywendîdar ve wek qirkirin bê qebûlkirin.”

KNK: Divê tevahî dezgehên peywendîdar komkujiya 1915’an wek qirkirin qebûl bikin
23 nîsan, 2023   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN 

Konseya Rêveber a KNK’ê bi wesîleya 108’emîn salvegera qirkirina gelên xiristiyan ên li Mezopotamya û Anatolyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:

“Împaratoriya Osmanî û hevkarên wan di sala 1915’an de, li dijî gelên xwecih ên xiristiyan (Mesîhî) ku li ser erdnîgariya Mezopotamya û Anatolyayê dijîn, qirkirinek mezin pêk anî. Hejmareke mezin a Kurdên êzidî jî ji ber vê êrişê hatin qetilkirin. Di vê qirkirine de rêvebirên Cemîyeta Ittihat Terakî, çeteyên Teşkîlata Mexsûsa, Alayên Hemîdiyê û Artêşa Osmanî, efserên di Artêşa Osmanî de kar dikirin, li hemberê mirovahiyê sûc kirin. Armanc ew bû ku çand û dîroka gelê Ermenî û Asûrî-Suryanî-Keldanî ji holê rakirin û qirkirin bû. Ev qirkirin li dijî mirovahiyê sûcek e ku ne pêkan e bê înkarkirin. Di belgeyan de bi awayekî eşkere tê diyarkirin ku milyonek û nîv bêhtir mirov hatine qetilkirin. Qeydên nifûsa Împaratoriya Osmaniyan jî vê rastiyê piştrast dikin.

Ji gelê Asûrî-Suryani-Keldanî zêdetir ji nîv milyonê, ji gelê Ermenî jî di ser milyonekê mirov bi barbarî û bi rengên cuda û li cihên cuda hatin qetilkirin. Bi sed hezaran kes jî, ji cih û warên wan, bi Qanûna Tehcîrê hatin sirgun kirin. Bi deh hezaran, piranî zarokên keç û jinên ciwan, hatin misilman kirin û bi awayekî dermirovî bi zorê hatin zewicandin. Bi hezaran warên bicihbûnê, dêr û manastir, dibistan û pirtûkxane, kargeh hatin wêran kirin. Hejmareke ne diyar mal û milk û dewlemendî hatin desteser kirin û xesp kirin. Qetilkirina gelên Asûrî-Suryanî-Kildanî û Ermenî û wêrankirina wargeh û şopên çandî û dîrokî yên wan rawa hate dîtin; bi bangên cîhadê û bi fermanan paksazîya etnîk û dînî hate kirin.

Împaratoriya Osmanî, axa Mezopotamya û Anatoliyayê dagir kir û bi sedsalan talan kir û di sala 1915’an de jî ev gel qir kirin. Birîna vê qirkirinê hêj jî derman nebûye. Her çendî sed û heşt sal in li ser dîroka vê qirkirinê derbas bûye jî, travmayên hatine jîn bîhhatinên kûr li gelek nifşên nû bûye. Piştî qirkirina ku sed û heşt sal bi ser derbas bû, Komara Tirkiyeyê ku mîratxwera Imparatoriya Osmaniyan e, vê qirkirinê qebûl neke, hingê dibe hevkarê vî sûcê ku tê wateya bi awayekî din domandina qirkirinê. Bi munasebeta 108’emîn salvegera qirkirinê, em bang li Komara Tirkîyeyê dikin ku qirkirinê qebûl bike û pêdivîyên wê jî bîne cih. 

Em weke KNK qirkirina sala 1915’an careke din bi tundî şermezar dikin û daxwaz dikin ku ji aliyê tevahiya dem û dezgehên peywendîdar ve wek qirkirin bê qebûlkirin.”