Di êrişa çeteyan de leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin

Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam êrişên li dijî hêzên hikumeta Şamê yên li gundewarên Heleb û Lazîqiyê dewam dikin.

Di êrişa çeteyan de leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin
22 nîsan, 2023   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêiya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), çeteyên Heyeta Tehrîr El Şam li Besteron a li rojavayê Helebê noqteyên hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran û hawanan topbaran kirin. Hat gotin ku ji ber êrişê di nava hêzên hikumeta Şamê de birîndar çêbûne.

Çeteyên El Fetih El Mûbîn jî “Foca 46” a li rojavayê Helebê bi hawanan topbaran kirin.

SOHR`ê ragihand ku li çiyayê Ebû Elî yê li gundewarê Lazîqiyê jî leşkerekî hikumeta Şamê bi guleyên çeteyên El Fetih El Mûbîn hatiye kuştin.

Hêzên hikumeta Şamê jî bajarokên Kensefra û El Fitêra yên li başûrê Idlibê û gundê Qahîre yê li Sehil El Xab a rojavayê Hemayê, bi çekên giran topbaran kirin.

(c)