Li herêma Firatê malbatên şehîdan hatin ziyaretkirin

Rêveberiya Xweser a herêma Firatê di roja duyemîn a Cejna Remezanê de serdana malbatên şehîdan ên li bajarê Kobanê û gundewarê wê kir.

Li herêma Firatê malbatên şehîdan hatin ziyaretkirin
Li herêma Firatê malbatên şehîdan hatin ziyaretkirin
Li herêma Firatê malbatên şehîdan hatin ziyaretkirin
Li herêma Firatê malbatên şehîdan hatin ziyaretkirin
Li herêma Firatê malbatên şehîdan hatin ziyaretkirin
Li herêma Firatê malbatên şehîdan hatin ziyaretkirin
22 nîsan, 2023   09:56
 KOBANÊ

Bi dehan endam û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser a herêma Firatê û saziyên civaka sivîl ên kantona Kobanê serdama malbatên şehîdan ên li Kobanê kir û Cejna Remezanê li wan pîroz kir.

Di nava kesên ku serdana malbatan kirine de, Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Mihemed Şahîn, Hevserokê Desteya Perwerdeyê Bekir Ceradê, Hevseroka Desteya Hundirîn Sozdar Şêxo, Hevserokê Gerînendetiya Hawîrdorê Arif Balî, endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce û endamê Nivîsgeha Têkiliyan a PYD`ê Bekir Hec Îsa jî hebûn.

Ziyaretkirina malbatan ji bajarê Kobanê dest pê kir. Tê payîn ku malbatên şehîdan ên li gundewarê Kobanê jî bên ziyaretkirin.

EYN ÎSA

Meclisa Kantona Girê Spî, Meclisa Leşkerî ya Girê Spî, endamên sazî û komîteyên û rêveberiyên kantona Girê Spî jî serdana malbatên şehîdan ên li navçeya Eyn Îsayê kir. Di heman demê de malbatên şehîdan ên li navçeya Heba, navçeya Cirin, bajaroka El Hîşe û Kampa Koçberên Girê Spî jî hatin ziyaretkirin û cejn li wan hat pîrozkirin.

(c)

ANHA