Komsiyona Ewlehiyê ya der barê êrişa li dijî Silêmaniyê de dê rapora xwe ya dawî bide

Komisyona Ewlehî û Parastinê ya Parlementoya Iraqê di daxuyaniyek de ragihand ku îro komisyona wan civiyaye û biryar dane rapora dawî li ser hedefgirtina balefirxaneya Silêmaniyê binivîsin û piştre radestî serokatiya parlementoyê bikin.

Komsiyona Ewlehiyê ya der barê êrişa li dijî Silêmaniyê de dê rapora xwe ya dawî bide
16 nîsan, 2023   19:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Komisyona Ewlehî û Parastinê ya Parlementoya Iraqê bi daxuyaniyek diyar kir îro komisyona wan bi amadebûna serokê komisyonê Ebas Zamlî û endamên din ên komisyonê civiya. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di civînê de behsa serdana komisyonê ya ji bo lêkolînkirina cihê êrişa li balefirxaneya Silêmaniyê hat kirin

Hat diyarkirin ku di civînê de biryar dane rapora dawî li ser hedefgirtina balefirxaneya Silêmaniyê binivîsin û piştre radestî serokatiya parlementoyê bikin. Da ku di civînên bê yên parlementoyê de li ser baxivin.

Hêjayî bibîrxistinê ye roja 7’ê Nîsanê dewleta Tirk a dagirker bi rêya balefirek bê mirov êriş Balefirxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê kiribû. Piştre Parlementoya Iraqê komisyonek ji bo lêkolînkirina êrişê avakir. Komisyona hatî avakirin bi serokatiya Serokê Komisyona Ewlehî û Parastinê ya Parlementoyê Ebas Zamlî serdana cihê bûyerê kiribû.