DYA ji ber polîtîkayên Erebistana Siûdî bi fikar e- Gîvara ŞÊX NÛR

DYA ji ber polîtîkayên Erebistana Siûdî bi fikar e- Gîvara ŞÊX NÛR
17 nîsan, 2023   00:47

Qiraltiya Erebistana Siûdî piştî hîs kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jê dûr dikeve, polîtîkayên "Ne pirsgirêk" bi derdorê re dimeşîne, ji ber ku DYAʹyê girîngî daye nakokiyên xwe yên li gel Moskov û Pekînê.

Destpêkê Erebistana Siûdî hewl da têkiliyên xwe bi Îranê re baş bike. Di vê çarçoveyê de toreke diyalogan bi nûnerên Îranê yên li Iraq û Ûmanê re pêk anîn. Di encama van diyalogan de peymanek bi navbeynkariya Çînê di nava Erebistana Siûdî û Îranê de hat îmzekirin. Bi vê peymanê re qutbûna di navbera herdu aliyan de bi dawî bû. Her wiha hevdîtina wezîrên karên derve yên herdu dewletan bi lihevkirina li ser vegera têkiliyên diplomatîk û vekirina balyozxaneyan encam dan.

Wekî gava duyemîn, Erebistana Siûdî hikumeta Şamê hembêz kir. Piştî erdheja wêranker a ku li herêmê çêbû wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî  di foruma Munîhê ya ji bo ewlehiyê de got: "Bi giştî li gel cîhana erebî diyar bû ku tu fêde ji îzolekirina rejîma Sûriyeyê tune ye. Di demekê de diyalog bi Şamê re pêwîst in, da ku bi kêmanî pirsgirêkên mirovî, di nav de jî pirsgirêka vegera koçberan werin çareserkirin."

Axaftina wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî nîşan dide ku guhertineke di siyaseta Erebistana Siûdî ya têkildarî aloziya Sûriyeyê de çêbûye, nemaze ku Siûdî jî di nav de dewletên Ereban piştgirî da komên çekdar ên "Opozîsyonê" yên ku li dijî hikumeta Şamê şer kirin.

Piştî van daxuyaniyan an ku beriya çend rojan, wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê serdana Erebistana Siûdî kir. Bi vê yekê qutbûna ku derdora 12 salan dirêj kir, bi dawî bû.

Li gorî nîşaneyan, Qiraltiya Erebistana Siûdî dest bi gavên hêdî  û yên ne sabît ber bi çareserkirina pirsgirêkên xwe yên li gel dijminên xwe yên berê ve kir. Di serî de têkiliyên xwe bi dijminê xwe yê kevin an ku Îranê re vegerandin. Niha ji bo Yemenê jî dan û standinên aştiyê dike û hewl dide Şamê careke din vegerîne Komara Ereban. Dibe ku di civîna li Cedyayê de qala  vegera Sûriyeyê li Komara Ereban nehat kirin, lê gava destpêkê ya vegera wê li civata Ereban e.

Dibe ku pêngavên diplomatîk ên Erebistana Siûdî guhertinên nû li herêmê bi xwe re bîne. Nemaze ku der barê  siberoja DYAʹyê ya li Rojhilata Navîn de nezlalbûneke heye. Tê zanîn ku ji ber hewldanên rêveberiya Biden ên îmzekirina peymana nukleerî li gel Îranê Riyad û hinek dewletên din ên Ereban dev ji DYAʹyê berdan.

Ji dema ku Biden gihiştiye ser desthilatdariyê ve di destpêka sala 2021ʹê de, bi taybet piştî kuştina rojnamevanê siûdî Cemal Xaşeqcî li balyozxaneya Erebistana Siûdî ya li Tirkiyeyê têkiliyên DYA û Qiraltiya Siûdî tevlihev bûn. Her wiha piştî ku Erebistana Siûdî hilbirandina petrolê kêm kir ku ev gav dikeve xizmeta Rûsyayê ev têkilî aloz bûn.

Piştî van aloziyan, Qiraltiya Erebistana Siûdî mîna ku çawa Washingtonê nêzîkî wê dibe ew jî wisa nêzîk dibe. Bi wateyeke din, Erebistana girîngiyê dide berjewendiyên xwe. Elaqeya lawaz a DYAʹyê ya bi Rojhilata Navîn re û elaqeya wî ya mezin a ya bi pêşbaziya li gel Çînê û Rûsyayê hişt ku Erebistana Siûdî zêdetir bi berjewendiyên xwe bifikire û girîngiyê bide berjewendiyên xwe.Ji ber vê yekê Erebistana peymanên mezin bi Çînê re îmze kirin, têkiliyên xwe bi Îran û Sûriyeyê re baş kir. Niha jî hewl dide aloziya Yemenê çareser bike.

Ev pêngavên ji aliyê Erebistana Siûdî ve, DYAʹyê bi hêrs kir. DYAʹê bi fikar e ku Erebistana Siûdî xwe li aliyê dijberên wê bigire. Ji ber vê yekê  DYAʹyê di Nîsanê de 4 berpirsên payebilind şandin Erebistana Siûdî. Destpêkê Mûdîrê Ajansa Îstîxbaratên Navendî ya DYAʹyê (CIA) William Burns, serdana qiraltiyê kir.

Rojnameya Wall Street ragihand "Burns di hevdîtina li gel berpirsên Erebistana Siûdî de dilgiraniya xwe ji ber peymana ku Riyad bi Tehranê re bi rêya Çînê pêk aniye û vegerandina têkiliyên xwe bi Sûriyeyê re anî ziman."

Piştî vê serdanê şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê serokkomarê DYAʹyê Jake Sullivan bi telefonê bi welîehêdê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman re axivî. Herduyan xebatên diplomatîk ên ji bo bidawîkirina şerê li Yemenê gotûbêj kirin.

Beriya peywendiya bi telefonê jî, senatorê komarparêz Lindsey Graham serdana Erebistana Siûdî kir. Lindsey Graham , hevdîtina bi welîehdê Erebistana Siûdî re erênî nirxandin.

Roja pêncşemê jî şewirmendê pilebilind ê Koşka Spî ê kar û barên Rojhilata Navîn Brett McGurk û nûnerê Amerîkayê yê  kar û barên ewlehiya enerjiyê ya cîhanê Amos Hochstein serdana Erebistana Siûdî kirin û bi wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan Al Siûd re civiyan.

Berdevkê Koşka Spî got, şerê li Yemenê rojeva hevdîtina Rêveberiya DYA û berpirsên siûdî bû. Lê agahiyên zêdetir neda.

Peywendiyên vê dawiyêyên DYAʹyê yên li gel Erebistana Siûdî, nîşan dide ku DYAʹyê hewl dide hîna zêdetir xwe nêzî Erebistana Siûdî bike. Her wiha girîngiya Erebistana Siûdî nîşan dide ku bûye aktorekî herêmî yê girîng.

(bb)

ANHA