Hikumeta Şamê dorpêça li ser Şehbayê şidandiye

Hikumeta Şamê nahêle sotemenî û dermam bi temamî derbasî Şehbayê bibin. Cîgirê hevserokatiya Meclisa Efrîn û Şehbayê diyar kir ambargoya li ser herêmê girantir bûye.

Hikumeta Şamê dorpêça li ser Şehbayê şidandiye
13 nîsan, 2023   08:57
ŞEHBA-CÛDÎ SÎPAN

5 sal in, hikumeta Şamê ambargo li ser herêma Şehbayê ferz kiriye. Hikumeta Şamê nahêle sotemenî, madeyên bingehî û derman derbasî herêmê bibin, ku piraniya wan koçberên Efrînê zêdetir 200 hezar welatî lê dijînin.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd li ser ambargoyê ji ANHAʹyê re axivî. Cemal Reşîd diyar kir careke din peymanên siyasî û planên hikumeta Şamê, Rûsya, dewleta Tirk a dagirker û Îranê nû dibin û di encamê de ambargo giran dibe û zextên li ser şêniyan zêdetir dibin.

Reşîd destnîşan kir ku ambargo ji 5 salan ve dewam dike, lê di dema dawîn de girantir bûye û rê nayê dayîn ku sotemenî û derman bi temamî derbas bibin.

Reşîd ji ber girankirina ambargoyê hişyarî da û got: "Di serî de dê bandor li karê xizmtguzarî, firne, av, navendên tenduristiyê û nexweşxaneya yekane bike. Li taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê yên Helebê rewş heman e, ji ber ku siyasetên li ser herdu herêman tên meşandin, heman in."

Cemal Reşîd destnîşan kir ku ambargo encamên biryarekeke siyasî ye û armanc jê lawazkirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, sorkirina gel li dijî rêveberiyê û derxistina fitneyan e.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd bang kir ku divê sînorek ji ambargo û siyasetên dijî şêniyên herêmê re were dayîn.

Ji ber ambargoyê, Desteya Şaredariyan a Kantona Efrîn û Şehbayê saetên xebitandina bîran ji 10 saetan daxist 8 saetan di rojekê de. Beriya wê jî saetên xebitandina jenartoran ji 4 saetan daxist 2 saetan di rojekê de.

(bb)

ANHA