Çeteyan di hefteyekê de nêzî 400 dar li Efrînê birîn

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di kêmî hefteyekê de 389 darên berhemdar li kantona Efrînê ya dagirkirî birîn.

Çeteyan di hefteyekê de nêzî 400 dar li Efrînê birîn
13 nîsan, 2023   06:57
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyekî ji hundirê Efrînê, çeteyên Firqet Hemzat ên artêşa Tirk a dagirker 20 darên zeytûnê yên Îbrahîm Cemal Mistef ê ji gundê Coqê yê Mabatayê birîn, her wiha 15 darên henarê yên Ebdo Hisên ê ji gundê Eyn Dara yê Şêrawayê birîn.

Çeteyan di 10′ê Nîsanê de li nava zeviyeke zeytûnan ku tê de 325 dar hebûn, avahiyeke mêtingehiyê ava kir, da ku malbatên çeteyan lê bi cih bike. Ew yek bi fînansekirina hin rêxistinên dewletên Kendavê hate kirin.

Her wiha çeteyên Hemzat 29 darên zeytûnê yên welatiyên gundê Kefer Zîtê yê Cindirêsê birîn.

(fr)

ANHA