Têkiliyên Şam û Erebistana Siûdî manşetên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî yên îro behsa serdana wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad a li Erebistana Siûdî û serdana wezîrê karên derve yê Misirê ya li Enqereyê kir.

Têkiliyên Şam û Erebistana Siûdî manşetên rojnameyên erebî ne
13 nîsan, 2023   08:11
NAVENDA NÛÇEYAN

‘MIQDAD LI SIÛDIYÊ YE: QUTBÛNA EREBISTANA SIÛDÎ – SÛRIYEYÊ BI DAWÎ DIBE’

Rojnameya El Ereb di rojeva xwe ya îro de cih da têkiliyên Erebistana Siûdî û Şamê û wiha nivîsî: “Li gorî medyaya fermî, wezîrê karên derve yê Sûriyeyê Feysel Miqdad duh gihaşt Erebistana Siûdî. Ev serdana nîşaneyeke diyar a bidawîbûna qutbûna Siûdî-Sûriyeyê ye. Her wiha nîşan dide ku deriyên vegera Şamê li Komkara Erebî êdî vekirî ne û li benda beşdarbûna serokê Sûriyeyê Beşar Esed di lûtkeya erebî de ye. Biryar e lûtke Gulana bê li Erebistana Siûdî were lidarxistin.

Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî di daxuyaniyekê de diyar kir ku bi vexwendina hempîşeyê wî yê siûdî Feysel Bin Ferhan, Miqdad gihaşt paytext Cedayê.

Serdana dîplomatekî mezin ê sûriyeyî ji bo qraltiyê ya yekemîn ji zêdetirî dehan salan ve ye. Her wiha piştî peymana di navbera Riyad û Şamê de ya ji bo domandina têkiliyan û ji nû ve vekirina balyozxaneyan pêk hat.

Di daxuyaniya Erebistana Siûdî de hate gotin, Feysel Bin Ferhan û Miqdad dê xebatên ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê bi rêbazên siyasî, parastina yekitiya xaka Sûriyeyê û ewlehî û îstiqrara wê, vegera ewle ya koçberên Sûriyeyê li welatê xwe, her wiha gihandina alîkariyên mirovî ji bo herêmên zirardîtî yên li Sûriyeyê nîqaş bikin.

Hemwextî serdana Miqdad, dê şandeyeke îranî serdana Erebistana Siûdî bike da ku balyozxaneya li Riyadê dîsa veke.

Dîplomatekî ji Kendavê hebûna Îranê û sûriyeyiyan li Erebistana Siûdî ya di rojekê de, wiha wesif kir: “Tişta ku diqewime bi yekcarî dînbûyînek e û çend meh berê nedihat pêşbînkirin."

Lêkolînera li Enstîtuya Baker a Polîtîkayên Giştî, Yasmin Farûq  diyar kir ku geşedanên dawîn ên der barê aramiya li herêmê de “ne suprîz bûn”.

′JI BO TIRKIYEYÊ NORMALÎZEKIRINA BI MISIRÊ RE BI XWE RE GAVÊN MEZIN TÎNE’

Têkildarî serdana wezîrê karên derve yê Misirê ji Tirkiyeyê re rojnameya Şerq El Ewset wiha nivîsî: "Wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî bi vexwendnameyeke fermî ji hêla hempîşeyê xwe yê Tirk Mevlut Çavuşoglu ve li Tirkiyeyê ye. Li gorî aliyê Tirkiyeyê, îhtîmal e di normalîzekirina di navbera her du welatan de gavên mezin bên avêtin. Ew yek piştî têkiliyên her du aliyan di 2013′yan de ji ber hilweşîna desthilata Îxwan El Muslîmîn li Misirê pêk hat. Wê yekê dîplomasiya di navbera her du welatan de kêm kir.

Li gorî Çavuşoglu, beriya 3 rojan ji serdanê ragihandiye, dê erkdarkirina balyozên her du welatan bêyî Ebdulfettah Sîsî û Recep Tayyîp Erdogan li hev bicivin, were ragihandin. Ji ber ku dibe ku hevdîtina her du serokan di vê dema hilbijartinan de pêk neyê.

Ji ber nêrînên li ser hin dozên ku bingeha normalîzekirinê ne, normalîzekirin baş bi rê ve neçû û hin têkilî hatin qutkirin. Dîplomatan anî ziman ku ji dosyayên normalîzekirinê yên herî bigirêk, rewşa li Lîbyayê, hebûna hêzên Tirkiyeyê û çeteyên sûriyeyî yên li Lîbyayê ne.

Beriya serdanê, Şukrî di hevpeyvîneke li gel kanala Sky News a Yewnanistanê de got ev nêzîkbûn dikeve xizmeta herêmê, nakokiyê sînordar dike û aramiyekê pêk tîne, her wiha dê bandora xwe li gelê herêmê erênî be.

Pisporê rewşa Tirkiyeyê Kerem Seîd ji Şerq El Ewset re got: “Daxuyanî û tevgerên dawîn di çarçoveya parastina berjewendiyên hevpar ên pragmatîk ên di navbera her du aliyan de tên. Her wiha ji bo çareserkirina dozên nakok e.”

Seîd diyar kir ku serdana Şukrî ya li Enqereyê di çarçoveya tevgerên herêmî û navneteweyî yên nû de pêk tên, anku şerê Rûsya-Ukraynayê, beşdarbûna Çînê di qada herêmî de, daxwaza pêşxistina têkiliyên aborî yên Qahîre û Enqereyê de.

Tevî ku di daxuyaniyên fermî de piştevaniya nêzîkbûna di navbera her du welatan de tune ye, lê Seîd got: "Qahîreyê lez nade tevgerên xwe yên ji bo normalîzekirina têkiliyên bi Enqereyê re. Lê şertê wê yê normalîzekirinê ew e ku Tirkiye pirsgirêkên xwe li herêmê çareser bike."

(bb/fr)