‘Heke Îslam axivîbaya wê derewên Tirkiyeyê vegotibana’

Mihemed Mela Reşîd Xerzanî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker di bin navê Îslamê de komên çete dan pêş û dagirkerî pêk anî, niha jî dixwaze bi diyalogên li gel Hikûmeta Şamê re dek û dolabên nû çêbike, lewma divê dijî wê yekrêziya gelan hebe. Xerzanî got; “Eger Îslam axivîbaya wê derewên Tirkiyeyê vegotibana”.

‘Heke Îslam axivîbaya wê derewên Tirkiyeyê vegotibana’
13 nîsan, 2023   00:47
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Hevserokê Kongra Îslama Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê Mihemed Mela Reşîd Xerzanî derbarê pêkanînên dewleta Tirk ên ku di bin navê Îslamê de li Sûriyeyê pêk tîne û hewldanên wên yên li gel Hikûmeta Şamê de ji ajansa me re axivî.

Mihemed Mela Reşîd Xerzanî diyar kir ku ji dema derketina aloziya li Sûriyeyê ve, hêzên derve gelek destwerdan kirine û yek ji van hêzan dewleta Tirk a dagirker e. Mela Reşîd Xerzanî, da zanîn ku dewleta dagirker, di bin navê îslamê de komên çete dan pêş ku karibe destwerdanek zêde bike û desthilata xwe bidomîne. Mela Reşîd Xerzanî anî ziman ku dewlet Tirk a dagirker bi van komên ku di qada navnetewî de wekî “terrorist” hatine pênasekirin, xaka Suriyeyê dagir kir, hilweşandin û metirsîn zêdetir kir, her wiha êrîşî herêmên Rêveberiya Xweser kir û ji Efrînê heta Serêkaniyê dagirkerî pêk anî.

Mihemed Mela Reşîd Xerzanî bal kişand ku jiyana deshilatdariyan li ser nakokiyên nava civakan e, lewma eger nakokî nebin, nikarin tiştek bikin û wiha dom kir: “Li herêmên Rêveberiya Xweser aramî û yekrêzî heye, lewma dewleta Tirk xwest bi dagirkerî û êrîşan vê aramiyê têk bibe û dîsa Îslamiyetê bikar bîne. Lê yekrêziya gelan rê neda vê plana wê”.

‘NIHA JÎ DIXWAZE BI RIYA ŞAMÊ HEMAN TIŞTAN BIKE’

Mela Reşîd Xerzanî destnîşan kir ku deshilata Tirkiyeyê niha jî dixwaze dîsa bi navê Îslamê û diyaloga bi hikûmeta Şamê re rûyê xwe veşêre, planên xwe pêk bîne û wiha got: “Dixwaze aramiyê têk bibe. Ji Sûriyeyê re dibêje ‘ezê komên çekdar teslîmî te bikim, lê tu jî Rêveberiya Xweser têk bibe.’ Hewldanên wê ev in, lê nikare viya bike.”

‘ÎSLAM NASKIRIN Û QEBÛLKIRINA HEV FERZ DIKE’

Mihemed Xerzanî anî ziman ku di ola Îslamê de tu pêkanînên wekî yên dewleta Tirk a dagirker nîn in, li gorî Îslamiyetê divê hemû gel û bawerî hev nas û qebûl bikin da ku di nava aştiyê de bijîn. Xerzanî got: “Bingeha islamê aştî ye, cûdahî nexistiye navbera mirovên ji netew an jî baweriyên cuda. Lê dewleta Tirk ziman û nasnameyan qebûl nake, li hemberî civakan kuştin û talankirinê dike. Heke zimanê Îslamê hebûya, yanî Îslamiyet axivîbaya, wê bigota ‘ev bi navê min ji bo berjewendiyên xwe derewan dikin’.

‘DIVÊ HEMÛ GEL Û BAWERÎ BIBIN YEK Û QEBÛL NEKIN’

Mihemed Mela Reşîd Xerzanî, da zanîn ku li hemberî van pêkanîn, êrîş û planên bi navê Îslamê tên kirin pêwîste hemû gel û bawerî yekrêziya xwe ava bikin, hev qebûl bikin. Xerzanî diyar kir ku pergala Rêveberiya Xweser ji bo vê yekê nimûneya herî baş e û got: “Wexta milet bibe yek, wê ji dagirkeran re bêjin ‘em te qebûl nakin’. Mihemed Mela Reşîd Xerzanî bang li Hikûmeta Şamê jî kir ku li şûna li hevkirinên bi dewleta Tirk a dagirker ku derewan dike re, li gel Rêveberiya Xweser pêwendiyan çêbike, rola wê ya di çareseriyê de bibîne.

Mihemed Mela Reşîd Xerzanî di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku desthilatdariya faşîst a AKP’ê li Tirkiyeyê jî Îslam ji bo berjewendiyên xwe bikar aniye, lewma divê ev rastî were dîtin. Mihemed Mela Reşîd Xerzanî got ku pêwîste gelê Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê di hilbijartinên Serokomarî û Parlamentoyê yên ku dê 14’ê Gulanê pêk werin de li gorî vê rastiyê tevbigere û got: “Bila ji herkesê du bêje ‘ez Misliman in û nimêj dikim’ bawer nekin. Divê xwedî li mafê xwe derkevin.”

ANHA