Wezîrê karên derve yê Sûriyeyê gihîşt Erebistana Siûdî

Ajansa SANA ya Sûriyeyê da zanîn ku wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel El Miqdad bi serdaneke kar, piştî ku ji aliyê wezareta karê derve ya Erebistana Siûdî ve hatibû vexwendin gihîşt Erebistana Siûdî.

Wezîrê karên derve yê Sûriyeyê gihîşt Erebistana Siûdî
12 nîsan, 2023   19:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA'yê her wiha destnîşan kir ku şandeya Sûriyeyî dê der barê têkiliyên di navbera herdu dewletan de û dozên hevbeş gotûbêj bikin.

Her wiha ajansa nûçeyan a Erebistana Siûdî "WAS" piştrast kir ku El Miqdad ji bo nîqaşkirina xebatên ji bo çareserkirina kirîza Sûriyeyê serdana Erebistana Siûdî kir.

Her wiha WAS'ê da zanîn ku dê rêbazên gihandina alîkariyên mirovî ji bo deverên zirardîtî li Sûriyeyê bên nîqaşkirin.

(mh)