‘Kurd bî an jî Ereb bî tu yê pere bidî’

Hêzên hikumeta Şamê kesên di bendên kontrolê yên hêzên hikumeta Şamê re yên di navbera Şehba û Helebê de derbas dibin, jê re dibêjin “Ereb an Kurd, tu neçarî pere bidî, ger tu nedî tiştên te kirîne vegerîne.”

‘Kurd bî an jî Ereb bî tu yê pere bidî’
12 nîsan, 2023   09:03
ŞEHBA - CÛDÎ SÎPAN

Li rex dorpêça li ser kantona Şehbayê, bendên kontrolê yên li ser rêya Şehba-Helebê bacan li kel û pelên şêniyên ji Helebê tên, ferz dikin.

Li ser rêya di navbera Şehba û Helebê de  6 bendên kontrolê yên hêzên hikumeta Şamê; Ewlehiya Dewletê, Firqeya 4′an, Îstixbarata Hewayî, Ewlehiya Leşkerî (Polîs-Gumrik) û 2 hebên din hene.

Şêniyên li Şehbayê yên ku pê re kaxiza derbasbûna di bendên kontrolê de hene, berê xwe didin Helebê da ku pêdiviyên ku ji ber dorpêçê li Şehbayê peyda nabin, bikirin.

BACAN LI ÇENTEYÊN ŞEXSÎ JÎ FERZ DIKIN

Şênî neçar dibin ku bacan ji bo pêdiviyên xwe jî bidin. Bac li çenteyên şexsî jî ferz kirin û herî kêm 20 hezar lîreyên Sûriyeyê wek bac tê dayîn.

Welatiyekî ji kantona Şehbayê M.H. ji bo ku betariyekê ji erebeya xwe re bîne çû Helebê. Ji bo derbaskirina betariyê 20 hezar lîreyên Sûriyeyê dan bendên kontrolê. M.H. ji ajansa me re wiha axivî: "Ji bo ku betariya erebeya xwe derbas bikim, min 20 hezar lîre da Firqeya 4′an."

M.H. wiha domand: "Bendên kontrolê yên hikumeta Şamê li ser tiştên şexsî û kel û pelan jî bacan ferz dikin û nahêlin tişt bi mîqdarên mezin derbas bibin."

M.H. anî ziman ku endamên bendên kontrolê ji wan re wiha dibêjin: "Ereb bî, Kurd bî, divê tu pere bidî, ger tu nedî jî tiştên te kirine, vegerîne."

(fr/c)

ANHA