Mala Êzidiyan: Komên terorîst rêbazekî nû yê qirkirinê dijî me bi kar tînin

Mala Êzidî ya herêma Cizîrê got komên çeteyên dewleta Tirk a dagirker rêbazeke nû li dijî hebûn, dîroka êzidiyan û demografiya herêmê dimeşînin û hewl didin ku xelkê mayî jî di nava çanda dagirkeriya Tirk de tune bikin.

Mala Êzidiyan: Komên terorîst rêbazekî nû yê qirkirinê dijî me bi kar tînin
5 nîsan, 2023   16:05
QAMIŞLO

Mala Êzidî ya Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê hewldana komên çeteyan ku êzidiyên li Efrînê misliman bikin, şermezar kir.

Daxuyanî li pêşiya Mala Êzidî ya navçeya Amûdê hate xwendin. Bi dehan êzidî, endamên Mala Êzidî tev li xwendina daxuyaniyê bûn ku ji aliyê hevseroka Mala Êzidî ya Herêma Cizîrê Leyla Mehmo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku komên çeteyan, li dijî hebûna êzidiyan û dîroka wan jî rêbezeke nû dimeşînin û demografiya herêmê dikin hedef û hewl didin ku yên mayî di nav çanda dagirkeriya Tirk de bihelînin.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî hat kirin ku bilez destwerdanê bikin da ku rê li pêşiya van sûcan bigirin ku dê bibin sedema tunekirina êzidiyan.

Her wiha bûyera radestkirina gerîla Harûn hat şermezarkirin û bang li gel hat kirin ku rastiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bikin ku rûmeta mirov diparêze, giyanê biratî belav dike, tevlihevî û zulmê red dike.

Di daxuyaniyê de her du bûyer hatin şermezarkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hewldanên parastina destkeftiyên Rêveberiya Xweser hatin silavkirin ku ji bo hemû pêkhateyan hêviya pêşerojeke geş e da ku bi hev re dûrî nefretê û kînê bijîn.

(şx)

ANHA