Li Reqa, Hesekê û Qamişlo pîrozbahiyên 4`ê Nîsanê

Li gelek bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li dar ketin.

Li Reqa, Hesekê û Qamişlo pîrozbahiyên 4`ê Nîsanê
Li Reqa, Hesekê û Qamişlo pîrozbahiyên 4`ê Nîsanê
Li Reqa, Hesekê û Qamişlo pîrozbahiyên 4`ê Nîsanê
Li Reqa, Hesekê û Qamişlo pîrozbahiyên 4`ê Nîsanê
Li Reqa, Hesekê û Qamişlo pîrozbahiyên 4`ê Nîsanê
Li Reqa, Hesekê û Qamişlo pîrozbahiyên 4`ê Nîsanê
5 nîsan, 2023   15:22
REQA

4`ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan e. Bi vê boneyê Meclisa Giştî ya xeta başûr a Reqayê, Akademiya Şehîd Ebdulezîz El Îsa ya Civaka Demokratîk, şêniyên endamên meclisê û akademiyê, rûspî û Meclisa Sivîl a Reqayê dar çandin.

Beriya çandina daran, endamê Meclisa Giştî ya Xeta Şamiye Îbrahîm El Remedan daxuyaniyek xwend.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GXpKgj_YA8g" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev roj, ji bo gelên bindest û hejar bû çirûska azadiyê. Di daxuyaniyê de bang li gelên Rojhilata Navîn hat kirin ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan belav bikin ji ber ku banga hezkirin û aştiyê dike.

Piştî bidawîbûna axaftinan dar li navenda Meclisa Giştî ya Kesrat, çiyayê gundê Kesrat ê rojavayê bajêr, hatin çandin.

QAMIŞLO

Li Qamişlo jî, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) civînek li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo li dar xist. Bi dehan endamên yekitî û saziyên bajêr û hevserokatiya tevgerê tev li civînê bûn.

Di civînê de hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso axivî û 4`ê Nîsanê pîroz kir û got: “Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan vejîna gelê Kurd û gelên azadîxwaz e. Roja sererastkirina rastiya dîrokê ye.”

Hiso banga mezinkirina têkoşînê kir ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

HESEKÊ

Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê bi boneya 4`ê Nîsanê şahiyek li dar xist. Bi dehan şêniyên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê tev li şahiyê bûn.

Şahî li qada Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê li dar ket. Di şahiyê de sînevizyonek der barê jiyan û axaftinên Rêber Abdullah Ocalan de hate pêşandan.

Di dawiya şahiyê de, beşdaran berxwedan û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan silav kir.

(dm/şx)

ANHA