Piştî astengkirina mehekê alîkariyên Xelkê Başûrê Kurdistanê gihaştin Heleb û Şehbayê

Piştî astengkirina mehekê, alîkariyên ku xelkê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê û Kantona Kobanê şandine, gihaştin taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê û kantona Şehbayê.

Piştî astengkirina mehekê alîkariyên Xelkê Başûrê Kurdistanê gihaştin Heleb û Şehbayê
Piştî astengkirina mehekê alîkariyên Xelkê Başûrê Kurdistanê gihaştin Heleb û Şehbayê
Piştî astengkirina mehekê alîkariyên Xelkê Başûrê Kurdistanê gihaştin Heleb û Şehbayê
Piştî astengkirina mehekê alîkariyên Xelkê Başûrê Kurdistanê gihaştin Heleb û Şehbayê
Piştî astengkirina mehekê alîkariyên Xelkê Başûrê Kurdistanê gihaştin Heleb û Şehbayê
Piştî astengkirina mehekê alîkariyên Xelkê Başûrê Kurdistanê gihaştin Heleb û Şehbayê
Piştî astengkirina mehekê alîkariyên Xelkê Başûrê Kurdistanê gihaştin Heleb û Şehbayê
5 nîsan, 2023   14:23
 HELEB

Duşemê bi şev 20 tankerên alîkariyê yên ku xelkê bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê û kantona Kobanê şandine gihaştin kantona Şehbayê.

Her wiha ji wan 10 tanker duh gihaştin taxên Şêxemqsûd û Eşrefiye yên Helebê.

Di 6`ê Adarê de, tankerên alîkariyê yên xelkê Silêmaniyê derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Lê heta 14`ê heman mehê li ber deriyê El Tayihe man, ji ber ku hikumeta Şamê qebûl nekir ew alîkarî derbas bibin. Ji ber wê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê alîkarî vegerandin.

Piştî biryara vegerandinê, ev alîkarî û tevî 2 tankerên din ên alîkariyan ku şêniyên kanotna Kobanê şandibûn, dîsa 29`ê Adarê ber bi deriyê El Tayiheyê ve bi rê ketin.

Di heman rojê de piştî ku hikumeta Şamê dest danî ser gelek alîkariyan û baç li ajokarên tankeran ferz kir alîkarî derbasî aliyê hikumeta Şamê bûn. Herî dawî duşemê destûr da ku alîkarî bigihêjin xesardîtiyan li kantona Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye.

Di nava alîkariyan de, madeyên xêrxwaziyê, xwarin, cilûberg û betanî hene.

Têkildarî mijarê endamê Rêveberiya Meclisa Xeta Şehîd Rûbar Qamişlo Bedran Hemo diyar kir ku alîkarî di 6`ê Adarê de ji deriyê Til Koçerê derbasî herêmê bûne lê niha gihaştin herêmê ji ber ku hikumeta Şamê gelek astengî danîn pêşiya derbaskirina alîkariyan.

Hemo spasiya her kesî kir ku alîkarî şandiye û got: “Piştî erdhejê, pêdiviyên welatiyan zêde bûn. Xelkê me yê Silêmaniyê û YNK`ê teqsîr nekir. Em spasiya wan dikin.”

Ajokarê kamyonê Îsmaîl Nesan jî destnîşan kir ku piştî alîkarî ji deriyê Til Koçerê derbasî herêmê bûne, ji ber astengiyên ku hikumeta Şamê danîne, alîkarî dereng gihaştin herêmê.

(dm/şx)

ANHA