​​​​​​​Bedran Çiya Kurd: Civîna çaralî windakirina demê ye

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd got civîna çaralî ya li Moskovê windakirina demê û şertgiriya têkçûyî ye.

​​​​​​​Bedran Çiya Kurd: Civîna çaralî windakirina demê ye
5 nîsan, 2023   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd daxuyaniyeke nivîskî ji dezgehên çapemeniyê re têkildarî helwesta fermî ya Rêveberiya Xweser ji civînên dawîn ên li Moskovê û rêveçûna normalîzekirinê di navbera rejîmên Tirkiye û Sûriyeyê de, da.

Çiya Kurd got ji demekê de tevgereke herêmî û Ereban têkildarî normalîzekirina bi rejîma Sûriyeyê re heye, her wiha armancên her dewletekê li gorî siyaset, ewlehî û aboriyê cuda ne.

Li ser civîna çaralî ya dawîn a li Moskovê ya di navbera Rûsya, Îran, Tirkiye û Sûriyeyê de Bedran Çiya Kurd da zanîn ku ew yek di çarçoveya têkiliyên dîplomasiyê yên her du rejîman de pêk hat, da ku bi dosyayên ji bo rewşa hundirîn a dewleta Tirk aktîftir be. Ew yek hewldanên ji bo desteka Erdogan û hikumeta wî ne. Ji ber rewşa hundirîn a Tirkiyeyê dijwar e û bi taybet di vê qonaxa hilbijartinê de. Ev hemû civîn berdewama civînên Astanayê ne, lê li şûna komên çekdar ên bi piştgiriya dewleta Tirk, hikumeta Şamê beşdar e.

Çiya Kurd diyar kir ku tu hêviyên gelê Sûriyeyê ji van civînan tune ne, ji ber ku krîza Sûriyeyê xwedî berjewendiyên navneteweyî ye û ne pêkan e hevdîtinên dualî yan jî sêalî nîşaneyên bingehîn ên çareseriya siyasî ya dawî pêk bînin.

Têkildarî tunebûna rêgez û pîvanên eşkere yên çareseriya siyasî ya giştî ji bo rewşa Sûriyeyê ji hêla beşdaran ve, Çiya Kurd got çi lihevkirineke di civînên wiha de dê bi xwe re rewabûneke siyasî bide dewleta Tirk a dagirker. Ji wê zêdetir dê dewleta Tirk armancên din derbasî civînê bike û hinên din beşdarî şer bike. Mîna rewşa hedefgirtina Rêveberiya Xweser di her civîneke dewleta Tirk tê de beşdar dibe. Ev jî hewleke din e ku dihêle Sûriye bikeve nava şerekî navxweyî.

Çiya Kurd bang li hemû aliyan kir ku nekevin xefika planên dewleta Tirk ên xeternak.

′EV CIVÎNÊN BIGUMAN GIRÊKKIRINA KRÎZÊ NE′

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd ev civîn bi windakirina demê û şertigriya têkçûyî wesif kirin û got ne pêkan e ev civînên biguman bi xwe re çareyeke siyasî bînin ku mafên hemû sûriyeyiyan pêk bînin. Lê belê dê rewşa heyî girêktir bikin û bibe sedema wêraniyê.

Çiya Kurd got ne pêkan e di şev û rojekê de îstîqrar pêk were, lêkolîn li ser çareseriyan were kirin, projeyên dagirkirinê dewam in, desteka komên terorîst û tundraw ku rojane komkujiyên li dijî gelê me yê li herêmên dagirkirî dikin jî dewam in.

′DIVÊ NORMALÎZEKIRIN LI GORÎ BIRYARÊN NAVNETEWEYÎ BIN′

Çiya Kurd wiha got: "Em bi nêrîna vekişîna dewleta Tirk ji xaka Sûriyeyê û dev ji destwerdana Sûriyeyê berde re ne. Divê çi xebateke lihevkirin û normalîzekirinê li gorî qanûnên navneteweyî û pîvanên birêxistinkirî yên têkiliyên di navbera wan her du dewletan de bin. Ji bilî wê ew rawekirina dagirkirinê ye."

Her wiha Çiya Kurd destnîşan kir ku li gel wan rewşan, atmosfêr ne gucaw e û rewş ne amade ne ku ev dan û standin digel dagirkeriyê de li dar bikevin. Diviyabû rejîîma Sûriyeyê li hundir vegere û deriyên diyaloga rasteqîn bi hemû etnîkên Sûriyeyê re veke. Wê ev gav jî bibe gava ber bidawîkirina dagirkirî û krîzê.

′SÛRIYE VENAGERE BERIYA 2011′AN’

Bedran Çiya Kurd got rewşa heyî ya li Sûriyeyê beriya ya 2011′an venagere, ji ber hemû Sûriyeyî bi hêvî ne pêşerojeke baş in ku mafên wan werin garantirîkirin.

Çiya Kurd da zanîn ku girîng e ku Sûriye bibe dewleteke aktîf û bi derdora xwe ya herêmî û cîhanê re çalak be. Da ku rola xwe bilîze. Pêdiviya Sûriyeyê bi derbaskirina krîza hundirîn heye. Ew yek jî bi rêya xêzkirina jiyana siyasî ya nû ji welat re û betalkirina sedemên hiştiye bigihîne roja îro, garantiyan deyne û rewşên guncaw ji bo vegera hemû sûriyayan li herêmên xwe peyda bike.

′BÊYÎ ERÊKIRINA SÛRIYEYIYAN NORMALÎZEKIRIN PÊK NAYÊ′

Bedran Çiya Kurd wiha dawî li gotina xwe anî: "Çi xebateke normalîzekirinê ku xwe nespêre helwestên sûriyeyiyan û rewşa heyî û bêyî axaftina li ser xebata siyasî ya giştî, dê ji nû ve nakokî û rewşa Sûriyeyê vegerîne destpêkê û temenê krîzê dirêjtir bike. Her wiha dê bi xwe re bandorên xeternak bîne."

(fr)

ANHA