​​​​​​​Li Îranê êrişeke bi balafireke bêmirov hate têkbirin

Îranê êrişa bi balafira bêmirov û biçek a li dijî kargeheke leşkerî ya li bajarê Esfehanê têk bir.

​​​​​​​Li Îranê êrişeke bi balafireke bêmirov hate têkbirin
5 nîsan, 2023   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Çend roj piştî êrişên hewayî yên Îsraîlê yên li djiî nuqteyên komên ser bi Îranê ve li Sûriyeyê ku di encamê de 2 endamên Pasdarên Îranê hatin kuştin, medyaya Îranê ragihand ku êrişeke balafireke bêmirov a biçek a li dijî kargeheke leşkerî ya li Esfehanê hatiye têkbirin.

Li gorî ajansa Tesnîm a Îranê, şevê din bi balafireke bêmirov û biçek li dijî navendeke girêdayî Wezareta Parastinê ya Îranê ya li Esfehanê êriş pêk hatiye.

Li gorî heman ajansê, balafira êrişkar ji aliyê pergala parastinê ve hatiye xistin.

Di Çileyê de jî, Îranê Îsraîl tawarbar kiribû ku bi balafirên bêmirov û biçek li nêzî kargeheke leşkerî ya li Esfehanê, êriş pêk aniye.

(c)