Serhildana li Rojhilat û Îranê 200 roj e didome: 537 kes hatin kuştin

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 200 roj li pey xwe hiştin. Heya niha 537 xwepêşandêr ji aliye hêzên dewleta Îranê ve hatine qetilkirin ku 4 jê hatin darvekirin.

Serhildana li Rojhilat û Îranê 200 roj e didome: 537 kes hatin kuştin
5 nîsan, 2023   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ 200 roj li pey xwe hiştin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (ÎHR) da zanîn ku di nava 200 rojan de herî kêm 537 kes ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatine qetilkirin ku 4 jê hatine darvekirin.

ÎHR’ê diyar kir ku dewleta Îranê cezayê îdamê wek alaveke tirsandinê bi kar tîne û da zanîn ku civaka navneteweyî bertekê nîşanî van darvekirinan nade.

Di navbera 17-30’ê Îlonê de 5 kes, di Cotmehê de 30, di Mijdarê de 57 û di Kanûnê de 72 kes bi tawanên wekî tiryakê û hwd hatin darvekirin.