HPG: Artêşa dagirker 83 caran êriş kir

HPG`ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker bi hawan, obus, tank û çekên giran 83 caran li Herêmên Parastinê yên Medyayê daye.

HPG: Artêşa dagirker 83 caran êriş kir
5 nîsan, 2023   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê got “Di 4’ê Nîsanê de Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar, Girê FM û Girê Cûdî, Çemê Lolanê ya Xakurkê, Qada Girê Şehîd Heqî, çepereyên me yên berxwedanê yên li Çemço û Sîdayê, bi hawan, obus, tank û çekên giran 83 caran hatine bombekirin.”