​​​​​​​Kurdistaniyên li Lubnanê 4’ê Nîsanê pîroz kir

Kurdistaniyên li Lubnanê rojbûna 74′emîn a Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

​​​​​​​Kurdistaniyên li Lubnanê 4’ê Nîsanê pîroz kir
5 nîsan, 2023   08:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongra Star duh bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, şahiyek li Lubnanê li dar xist.

Li hola şahiyê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, al û sembolên kurdî hatin daliqandin.

Di şahiyê de bi sedan kurdistanî amade bûn. Dûre li ser navê PYD′ê Mehmûd Mehmûd û li ser navê Kongra Star Nesrîn Bero axivîn û di axaftina xwe de rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Di dawiyê de komên Welatê Rojê ya stranan û Şehîd Rojînda Efrîn a govendê hunerên xwe pêşkêş kirin.

(fr)

ANHA