Li Şamê panelek li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan

Jinên li paytexta Şamê di çalakiyên pîrozkirina rojbûna Rêber Abdullah Ocalan de, da zanîn ku azadiya wan bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û pêwîstiya qonaxê bi bilindkirina têkoşînê heye.

Li Şamê panelek li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan
5 nîsan, 2023   08:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya pîrozkirina rojbûna Rêber Abdullah Ocalan de, Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Meclisa Kongra Star li Şamê panelek li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna wî li dar xist.

Di panelê de endamên Meclisa Jinan a PYD′ê, endamên Kongra Star û bi dehan şênî amade bûn.

Di panelê de endama Meclisa Kongra Star a Şamê Xezale Omer axivî û diyar kir ku rojbûna Rêber Abdullah Ocalan rojbûna gelê Kurd û sembola hebûn û mayînê ye û wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan bi bîr xistibû ku ew di biçûkaniya xwe de neçar bûbû ku biçe dibistanê û zimanekî din bixwîne. Wê yekê bandorek li ser çêkir û xiste nava lêpirsînê ku çima gelê Kurd li ser vê yekê neçar e?"

Xezale wiha domand: "Di salên xwe yên zanîngehê de dest bi têkoşîna siyasî kir û daxwaza mafên Kurd kir. Di 1978′an de, li ser rêgeza banga mafên gelê Kurd û wekheviya di nava mêr û jinê de, PKK′ê damezrand û li Rojhilata Navîn şoreşek çêkir."

Xezale ev tişt got: "Em dizanin ku gelê Kurd bi rojbûnan pîroz nake, lê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan roja nûjenkirina gelê Kurd, jinûve zindîkirin, roja têkoşîn û berxwedana li hember rejîmên desthilat e."

Li dawiyê jî endama Meclisa PYD′ê ya li Şamê Xanim Misto diyar kir ku pêwîstî bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan heye û wiha got: "Azadiya jinê bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Ji ber wê divê jin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, têkoşînê bilind bikin."

(fr)

ANHA