Li 3 navçeyan rojbûna Rêber Abdullah Ocalan hat pîrozkirin

Bi hezaran şêniyên navçeyên Tirbespiyê, Girkê Legê  û Dêrikê yên kantona Qamişloyê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

4 nîsan, 2023   21:16
QAMIŞLO

Bi dirûşma "Rojbûna Rêber Apo, vejîna jiyana azad e", bi hezaran şêniyên navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li Parka Dicle pîroz kir.

Di pîrozbahiyê de, rêvebera Kongra Star a Dêrikê Binefş Ebdo axivî û got: ʹʹRêber Apo bi ramanê xwe jiyaneke azad ji bo gelê Kurd û gelên bindest ava kir û demokrasî û edalet ji tevahî gelan re pêk anî."

Piştre komên stranan ên Alafteriya, Wanê û Avaşîn stran gotin.  Koma Şehîdên Qereçoxê ya dîlanan jî hunerên xwe pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan ên navçeya Tirbespiyê jî bi şahiyekê 4ʹê Nîsanê pîroz kir.

Pîrozbahî li Parka Rêbertî  hat lidarxistin. Di pîrozbahiyê de rêvebera Kongra Star a Tirbespiyê Buşra Xelîl axivî û got, rojbûna Rêber Abdullah Ocalan roja vejîna azad ya gelê Kurd û tevahî pêkhateyên herêmê, her wiha vejîna jinan e.

Piştre koma Şehîd Bawer a mûzîkê ya girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Hêzil stran gotin. Koma gundê Hasûdê jî govendên folkorî pêşkêş kirin.

Her wiha hunermend Sozdar Efrîn û Keder Hisên û Koma Şehîd Rêwan stran gotin. Şêniyan li ber stranan govend gerandin.

Şahî bi berzkirina dirûşmên banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

GIRKÊ LEGÊ

Bi dehan şêniyên navçeya Girkê Legê bi dirûşma "Rojbûna Rêber Apo, vejîna jiyana azad e", 4ʹê Nîsanê li Hola Rojhilat pîroz kir.

Destpêkê sinevîzyonek li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan hat pêşandan.

Piştre komên Nîna û Serhildan stran gotin.

Şahî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Fhmk9OGbd70" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>