'Divê tavilê serdana Îmraliyê bê kirin'

Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê nameyek ji Komîteya Mafên Mirovan a NY`ê re şand. Di nameyê de hat xwestin ku tavilê serdana Îmraliyê bê kirin û encamên serdanê bi raya giştî re bên parvekirin.

'Divê tavilê serdana Îmraliyê bê kirin'
4 nîsan, 2023   12:26
QAMIŞLO

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya avahiya Komîseriya Kar û Barên Penaberan a NY`yê ya li Qamişloyê, civînek çapemeniyê li dar xist.

Di civîna çapemeniyê de daxuyanî hat dayîn û naveroka nameyê ku dê ji bo Komîteya Mafên Mirovan a NY`ê re bê şandin, hat xwendin.

Name bi erebî û kurdî ji aliyê endamê yekitiyê Mihemed Neîmî û endama însiyatîfê Aynûr Başa ve hat xwendin.

Naveroka nameyê wiha ye:

“Dewleta Tirk binpêkirina qanûn û peymanên navneteweyî dewam dike û muameleya xirab a li hember birêz Abdullah Ocalan ku zêdetirî 24 sal berê bi komployeke mezin hate girtin, dewam dike û binpêkirina mafên wî yên bingehîn (wek revandî, wekî girtî, wek ragirtî) jî dewam dike. Ev maf di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan ji hêla Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1948`an de di xalên (5, 9, û 19)`an de, Peymana Navneteweyî ya Mafên Medenî û Siyasî û Destûra Romayê ya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ku di 17.07.1998 de, hatine misogerkirin.

PRENSÎBÊN MUAMELEYA BI GIRTIYÊN SIYASÎ RE

Di Konferansa Dîplomatîk a Neteweyên Yekbûyî de ya têkildarî avakirina Dadgeha Cezayan a Navdewletî, ku di xala 7 (tawanên li dijî mirovahiyê), di Benda 1 de tê gotin: (Girtin, binçavkirin an revandina kesek ji aliyê dewletek yan rêxistineke siyasî ve yan bi destûr yan piştgiriya wê ji vê kiryarê re yan jî bêdengiya wê li ser wê, paşê jî redkirina qebûlnekirina ku ev kes ji azadiya xwe hatine mehrûmkirin, an jî dana zanyariyan li ser çarenivîs û cihê wan bi armanca bêparkirina wan ji parastina qanûnê ji bo demeke dirêj, wekî sûcê şer tê hesibandin). Her wiha prensîbên bingehîn ên muameleya li dijî girtiyan, girtiyên siyasî û qanûn û destûrên din ku li gorî wan dewleta Tirk wekî dewletek îmzekirî tê hesibandin. Lê belê Tirkiyeyê bi zanebûn vê binpê dike û ji nedîtî ve tê, ji ber ku tecrîd tam li ser birêz Abdullah Ocalan ferz kiriye û ev zêdetirî 2 sal in nehiştiye bi malbat û parêzerê xwe re jî têkiliyê deyne.

Ji milê Serdozgeriya Komarê yê Bursayê her carê bêyî sedemeke qanûnî ya rast daxwazên hevdîtinê tên redkirin. Sedema ku dihêle dewleta Tirk bi rastî jî vê bike ev e; daxwaza wê ew e ku cezakirina girtiyên bîr, ramanî û girtiyên siyasî yên ku di nêzîkatiyên xwe bi hikumetên Tirkiyeyê yên li pey hev re ne razî ne û binpêkirina mafê wan dewam dike, mafê wan ê hêvîkirinê di rewşên wiha de nehêle, bi sepandina cezayên displînê, bi neheqiya li wan tê kirin, bêparkirina wan ji mafê hêviyê heye. Li gorî vî mafî nayê qebûlkirin ku kesek heta hetayê di zindanê de bimîne û Tirkiye ditirse ku rojekê di encama zextan de neçar bimîne ku vî mafî pêk bîne.

Tirkiyeyê jî hewl dide rê li ber dayîna mafê birêz Abdullah Ocalan di pêşerojê de bigire. Dewleta Tirk bi hemû tiştên ku hatine gotin, guh nade nirxên civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û prensîbên mafên mirovan ên ku ji aliyê komîteya we ve tên piştgirîkirin. Em li bendê ne ku komîteya we ya rêzdar di vî warî de erka ku jê re hatiye spartin, ango parastina mafên Birêz Abdullah Ocalan ku ji aliyê dewleta Tirk ve di nava şert û mercên dijwar û neqanûnî de tê girtin, bi cih bîne.

Birêz Ocalan girtiyekî siyasî ye û sembola miletekî ye ku li gor prensîb, destûrên Neteweyên Yekbûyî û Peymana Mafên Mirovan ji bo rizgarî û çarenûsiyê tê dikoşe. Fikra birêz Abdullah Ocalan banga biratiyê di navbera gel û neteweyên ku di hewayeke ne guncaw û azad de ne, dike. Ev nirx û prensîb li xweşiya desthilatdariya Tirk a faşîst re ku neheqî û zilmê li gelên netewan ên li hundirê Tirkiyê û li derdorên wê yên herêmê dike, nayê. Ev yek e sedema ku dewleta Tirk bi komployeke navneteweyî dîl girtiye, bi awayekî keyfî binçav kiriye û bi awayekî ne dadwer dadgehkirin, dadgehkirineke neadil û neqanûnî ye.

Ji vî alî ve pêwîste komîteya we ya birêz bi lez û bez bi rêyên qanûnî tevbigere. Dewleta Tirk neçar bike ku tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan rake û mafên wî yên bingehîn ên ku di peyman, zagon û qanûnên navneteweyî de hatine destnîşan kirin, bide wî. Her wiha em li bendê ne ku komîteya we bi lezgînî serdana Girtîgeha Îmraliyê bike û bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne, şert û mercên girtîgehê ji nêz ve bibîne û encamên serdanê ragihîne.”

ANHA