ʹ Divê ciwanên Kurdistanê li dijî radestkirina hevrê Harûn Elbak rabin ser pêyanʹ

Ciwanên Kobanê têkildarî radestkirina gerîla Harûn Elbak ji dewleta Tirk a dagirker re daxuyaniyek da û got “Bi destê îxanetkaran hevrê Harûn teslîmî dewleta Tirk a dagiker hat kirin. Em bang li ciwanên çar parçeyên Kurdistanê dikin ku li hemberî van kiryaran rabin ser pêyan.”

ʹ Divê ciwanên Kurdistanê li dijî radestkirina hevrê Harûn Elbak rabin ser pêyanʹ
1 nîsan, 2023   12:13
KOBANÊ

Ciwanên Meclisa Malbata Şehîdan a Kobanê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşan da ku li navçeya Hezex a Şirnexê gerîlayê HPG’ê Harûn Elbak radestî dewleta Tirk, hat kirin.

Daxuyanî li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan ji aliyê berdevê ciwanan Mihemed Mehmûd ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Em ji keleha berxwedanê Kobanê silavên xwe ji gerîlayên azad re dişînin. Bi destê îxanetkaran hevrê Harûn teslîmî dewleta Tirk a dagiker hat kirin. Heval Harûn bi îrade û berxwedanê bê navber li dijî îxanetê li ber xwe da. Kes nikare vîna me bişikîne û em bang li ciwanên çar parçeyên Kurdistanê dikin ku li hemberî van kiryaran rabin ser pêyan.”

 (bb)

ANHA