Wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê li Qahîreyê ye

Wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Mîqdad gihaşt paytexta Misirê Qahîreyê û bi wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî re hevdîtinê dike.

Wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê li Qahîreyê ye
1 nîsan, 2023   12:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Mîqdad gihaşt paytexta Misirê Qahîreyê û bi wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî re hevdîtinê dike.

Ji dema endamtiya Sûriyeyê li Komkara Erebî hatiye sekinandin û ji destpêka krîza Sûriyeyê ya 2011′an ve, ev serdana yekemîn a Mîqdad a ji Qahîreyê re ye.

Têkilarî mijarê, çavkaniyên malpera El Erebiye got amadekariyên civîneke Misir-Sûriyeyê dê di dema pêş de pêk werin.

Çavkaniyan da zanîn ku dê şandeyeke ji Misirê serdana Sûriyeyê bike da ku amadekariyên civîneke hevbeş piştî cejna Remezanê pêk bîne.

Ev serdana beriya civîna çaralî ya cîgirên wezîrên karên derve yên hikumeta Şamê, Tirkiye, Îran û Rûsyayê ku tê payîn roja sêşema bê were lidarxistin, tê kirin.

(fr)