Aloziya bankan û nîşaneyên hilweşîna pergala kapîtalîst a global

Di destpêka Adara derbasbûyî de 3 bankên amerîkî û banka Credit Suisse ya herî mezin a Swîsreyê îflas kir. Çavdêr û pispor hişyariyê didin ku aloziya bankan bibe destpêka bidawîbûna pergala kapîtalîst a global.

Aloziya bankan û nîşaneyên hilweşîna pergala kapîtalîst a global
1 nîsan, 2023   07:31
QAHÎRE- MUHSIN EL MESRÎ

Banka Deutsche ku yek ji kevntirîn û girîngtirîn bankên cîhanî ye û mezintirîn banka li Almanya û Ewropayê ye, di bin gefa îflasê de ye.

Her wiha bankên mezin ên Ewropayê mîna Societe Generale û BNP Paribas bi xapandinê tên tawanbarkirin. Eger ev tawan îsbat bibin, dibe ku ew jî hilweşin.

Ya ku fikarên cîhanê zêdetir kir ew e ku bankên îflasa xwe ragihandin, yên herî mezin in.

Hilweşîna bankên li Ewropayê metirsiyên rûdana aloziyeke global zêde dike, nemaze ku îflaskirina vê dawiyê ya bankên mezin, ji destpêka aloziya cîhanê ya sala 2008ʹan ve çênebûye.

Çavdêr û pispor hişyariyê didin ku dibe aloziya bankan bibe destpêka bidawîbûna pergala kapîtalîst a global.

ALOZIYEKE CÎHANÎ

Mamosteyê aborî yê Akademiya Sadat a zanistên rêveberî ya Qahîreyê û hîndekarê li zanîngeha aborî ya Balkhanov a Rûsyayê Dr. Nûr Neda anî ziman ku nîşaneyên sereke yên aloziyeke aborî ya cîhanî heye û dibe ku aloziya herî xeternak pergalê be.

Dr. Nûr Neda ji ANHAʹyê re axivî û got: "Nîşaneyên piştrast hene ku bi sedan şîrket û kargehên girîng ên navendên kapîtalîst bi taybet li Almanya, Îngilistan, Fransa û Îtalyayê dê werin girtin. Eger enflasyon zêde bibe û buha bilind bibin, wê demê em ê li pêşberî pêşerojeke karesatî ya pergala siyasî û aborî ya kapîtalîst a global a modern re rû bi rû bimînin."

Neda destnîşan kir ku pergala kapîtalîst di aloziyeke cidî de ye û ji bo derketina ji vê aloziyê divê ev pergal rûyê xwe yê rast eşkere bike û wiha domand: "Ev nêzîkatî gefê li îstîqrara global dixwe û destekê dide tundiya olî û neteweyî. Îxwan El Muslimîn, nakokiyên Amerîka-rojavayiyan û Rûsyayê yên li Ukraynayê mînakên berbiçav ên vê yekê ne. Her wiha dê bibe sedem ku şerên wêranker li gelek deverê cîhanê biqewimin.ʹ”

BIDAWÎBÛNA PERGALÊ Û DESTPÊKEKE NÛ

Dr. Nûr Neda diyar kir ku bi serkêşiya Rûsya, Çînê û hin dewletên din hewlên avakirina pergaleke nû ya global a aborî û diravî tê kirin, her wiha îşaret pê kir ku Rûsya û Çîn li hember serweriya dolar, diravekî din bi navê BRICS amade dikin.

ALOZÎ DI BIN KONTROLÊ DE YE

Serokê Partiya Sosyalîst a Misirê Ehmed Behaedîn Şaban jî anî ziman ku diyardeya îflaskirina hin bankên mezin ên Amerîka û Ewropayê aliyên kapîtalîst xistiye nava fikaran ku îhtîmal e aloziya sala 2008ʹan de dubare bike.

Behaedîn Şaban ji ANHAʹyê re axivî û diyar kir ku heta vê kêliyê rewş di bin kontrolê de ye û hîna nebûye diyardeyeke cîhanê ku gefan li dewletên kapîtalîst bixwe.

Ehmed Behaedîn Şaban di dewama axaftina xwe de got: "Aloziya heyî xwedî gelek nîşaneyan e. Nîşaneya herî girîng ew e ku pergala neolîberal a global ya heyî newekheviyê li cîhanê û heta di nava dewletên kapîtalîst bi xwe de jî belav dike. Ev yek bandorên neyînî li pirsgirêkên aboriya global, nemaze pirsgirkên zêdekirina lêçûna jiyanê, enerjî û kêmbûna rêjeya veberhênanê dike."

Şaban anî ziman ku her çiqasî dewletên rojavayî di kontrolkirina aloziya bankan a heyî de bi ser bikevin jî dê rewşa heyî bi pêş bikeve û dê pergala global tevgera xwe ya li dijî gel bidomîne. Şeban wiha pê de çû: “Kapîtalîzma global a ku DYA pêşengiyê jê re dike, dê bixebite ji bo ku şerê Rûsya-Ukraynayê dirêjtir bike. Ji ber ku berdewama şerê Rûsya û Ukraynayê dergehê derketina pergala global ji aloziyê ye. Şer, wekî ku Washington bawer dike, dê bibe sedema lawazbûna Rûsyayê, mîna ku di salên 1990’î de bi Yekitiya Sovyetê re qewimî. Her wiha şer dê bibe sedema çalakbûna firotina çek û cebilxaneyan, ji ber ku welatên Ewropayê lez dikin ku depoyên xwe yên ji ber şer vala bûne, bi çekên Amerîkayê tijî bikin."

Serokê Partiya Sosyalîst a Mirsê Ehmed Behaedîn Şaban destnîşan kir ku pergala global di şev û rojekê de nakeve, lê ketina wê dê di siberojeke nêzîk de be û got: "Di pêşerojê de dê Çîn gav bi gav derkeve pêş û cihê xwe wekî qutbekî xurt li hemberî serokê pergala kapîtalîst anku împaratoriya Amerîkayê de bigire. Ev pergal di dema bê de dê bi awayekî mezin hêza wê kêm bibe."

(bb)

ANHA