​​​​​​​Ji bo çûyîna Îmraliyê malbatan serlêdan kir

Malbata Rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir.

​​​​​​​Ji bo çûyîna Îmraliyê malbatan serlêdan kir
31 adar, 2023   08:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji Rêber Abdullah Ocalan 2 sal in bi tu awayî agahî nayên wergirtin. Birayê Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.

Malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê jî da.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin.