Rojnameyên erebî: Li bakurê rojavayê Sûriyeyê karesatên xwezayî

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa karesatên xwezayî yên li bakurê rojavayê Sûriyeyê, guhartina qanûna hilbijartinên Iraqê û rewşa Sûdanê kir.

Rojnameyên erebî: Li bakurê rojavayê Sûriyeyê karesatên xwezayî
31 adar, 2023   07:57
NAVENDA NÛÇEYAN

′DI NAVA 50 ROJÎ DE 3 KARESATÊN XWEZAYÎ LI BAKURÊ ROJAVAYÊ SÛRIYEYÊ′

Rojnameya Şerq El Ewset têkildarî rewşa Sûriyeyê wiha nivîsand: "Di dirêjahiya 50 rojî de 4 milyon û nîv welatiyên sûriyeyî yên li bakurê rojavayê Sûriyeyê hemû şêweyên karesatên xwezayî jiyan kirin. Sûriyeyan got tenê volkan kêm e, da ku dîmena karesatê temam be.

Piştî karesata erdhejê ya li bakurê rojavayê Sûriyeyê ku di 6′ê Sibatê de çêbûye, di encamê de bi hezaran jiyana xwe ji dest da û bê war man, dûre baraneke gur di 19′ê Adarê de tevî lehiyê hat, her wiha piştre jî ba û bahoz beriya 2 rojan hat. Di encamê de zirar bi welatiyan bû, konê wan bi bahozê re çûn û zirarên din dîtin.

Di encama ba û bahozê de nêzî 31 hezar û 644 welatiyan, di nav de 8 hezar û 526 jin û 16 hezar û 439 zarokan di zêdetirî 49 kampên koçberan û 11 navendên bicihbûna mexdûrên erdhejê li bejahiyên Idlib û Helebê zirar dîtin. Bi wê re konên nêzî 3 hezar û 864 welatiyan ji dest bahozê firiyan û çirîn, her wiha nêzî 467 konan bi temamî zirar dîtin û hezar û328 kon jî bi awayekî beşî zirar dîtin.

Lê baran û lehiya li herêmê di 19′ê Adarê de çêbûye, zirar bi 33 hezar û 742 welatiyan kir, ji wan 11 hezar û 457 jin û 13 hezar û 566 zarok in. Zirar li zêdetirî 53 cihên vehewandina mexdûrên erdhejê bû."

′QANÛNA GUHARTINA HILBIJARTINAN LI IRAQÊ KÎ SÛDWAR E?′

Rojnameya El Ereb li ser rewşa Iraqê wiha nivîsand: "Meclisa Nûneran a Iraqê di 27′ê Adarê de di derbaskirina guhartinên qanûna hilbijartinan de piştî nîqaşkirina wê di zêdetirî rûniştinekê di hefteyên borî de, bi ser ket. Ew yek berjewendiyên partiyên klasîk ên zirar ji guhartinên Meclisa Nûneran biryara wê daye, piştî têkçûna tevgera xwepêşandanan a li ijî hikumeta serokwezrê berê Adil Ebdulmehdî, pêk hat.

Li gorî guhartinên dawî, sîstema nû ya hilbijartinan pergala di hilbijartinên 2021′ê de betal kir û li gorî wê xwe spart sîstema pir daîreyan ku Iraq di aliyê erdnîgarî de dabeşî 83 daîreyan kiriye ku di her parêzgehekê de daîreyeke hilbijartinê heye.

Partiyên nû û namzetên serbixwe ji gelek herêmên hilbijartinê sûd werdigirin ku dahata dengên namzetê bidest dixe, di heman demê de sîstema yek daîreyê ya hilbijartinê ku ji nû ve hate danîn, dengên namzetan vê lîsteyê dide lîsteya hilbijartinê.

Her çend namzetek ji yên din zêdetir dengan di heman navçeyî de bidest bixe jî, ji ber mekanîzmaya dabeşkirina kursiyan li ser lîsteyên partiyan li heman navçê, nagihe Meclisa Nûneran."

′SÛDAN: SIBE ÎMZEYA DAWÎ YA LIHEVKIRINÊ DIŞOPÎNE′

Rojnameya El Beyan têkildarî rewşa Sûdanê ev tişt nivîsî: "Tenê çend saet man û sûdanî îmzeya dawî ya lihevkirinê dişopînin. Dibe ku bi wê re krîza beriya çend rojan bi dawî be. Tê payîn sibe lihevkirina dawî di navbera gelek blokên sivîl û saziya leşkerî de were îmzekirin. Ew yek piştî bidawîbûna civîna çaksazkirina ewlehî û leşkerî pêk tê.

Hêzên çekdar got ew pabendî xebata siyasî ya niha ne û spasiya xwe ji tevahî beşdarên civîna çaksazkirina ewlehî û leşkerî re anî ziman û diyar kir ku ew li benda komîteyên pîşeyî yên li ser temamkirina hûrgiliyên girêdayî xebatên tevlêkirin û nûjenkirinê heta gihandina artêşeke neteweyî ne ku veguhartina demokrasiyê biparêze. Da ku ev hûrgilî bibin parçeyek ji lihevkirina dawî."

(fr)