Şanoya 'Yê ku nayê' li ser dika Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol bû

Di roja sêyemîn a Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê, şanoyek bi navnîşan “Yê ku nayê” hate pêşandan ku balê dikişîne ser pêwîstiya girêdana bi hêviyê û jiyanê ji bo derbaskirina astengiyan.

Şanoya 'Yê ku nayê' li ser dika Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol bû
Şanoya 'Yê ku nayê' li ser dika Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol bû
Şanoya 'Yê ku nayê' li ser dika Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol bû
29 adar, 2023   14:31
QAMIŞLO

Di roja sêyemîn a Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê de, ku li ser dika Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo bi rê ve diçe, şanoya bi navnîşan "Yê ku nayê" hat pêşandan. Senaryoya şanoyê ya Riyad Ismet e û Ebdulcebar Hebîb derhêneriya wê kiriye. Koma Şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo di şanoyê de rol dilîzin.

Navaroka şanoyê ku bi kurdî hate pêşandan, koçberî ye. 2 şanoger, rola 2 kesan dilîzin ku derdikevin derveyî welêt û diçin welatekî din. Di şanoyê de bûyerên bi wan re çêdibin, zehmetiyên li pêşiya koçberan û penaberan li xurbetiyê derdikevin, nîşan dide.

Mijara sereke ya şanoyê, hêvî ye û rêbazên derbaskirina astengiyan e. Dîtina çareseriyê û dûrketina ji kesayeta hejar, binkeftî û têkçûna pîskolojiyê.

SEMÎNER

Piştî şanoyê, şanoger Agîn Ronî semînerek bi navnîşan "Rola şanoyê di parastina çanda gelan de" da û got: "Çand û huner ji hişmendî, exlaq, ziman, siyaset û aboriyê pêk tê. Her wiha bandora şanoyê li ser civakan mezin e."

Ronî destnîşan kir ku desthilatê, huner bi kar anî ji bo ku berjewendiyên xwe pêk bîne lê li beramber wê, mirov bi xwe hunerek afirand ku zanakirina civakê û xurtkirina hevgirtinê, peyama wê ya sereke ye.

Ronî wiha domand: "Huner li herêmê hinekî lewaz e û heta niha gelek şanoyên ji zimanên din hatin wergerandin û pêşandan. Li şûna wê divê em bi xwe şanoyan binivîsin."

 (mh)

ANHA