​​​​​​​Civîna çaralî û qanûna 'Sainte-Lague' rojevên medya erebî bûn

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa civîna çaralî ya têkildarî Sûriyeyê, qanûna hilbijartinan a li Iraqê û rewşa Lîbyayê kir.

​​​​​​​Civîna çaralî û qanûna 'Sainte-Lague' rojevên medya erebî bûn
28 adar, 2023   07:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê rewşa Sûriyeyê de rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivisî: “Rayedarên Tirk û Rûs got civîna çaralî ya cîgirên wezîrên karên derve yên Tirkiye, Rûsya, Îran û Sûriyeyê, di Nîsanê dê bê lidarxistin. Ev daxuyanî piştî ku civîn li ser daxwaza Rûsyayê bi hevkariya rejîma Sûriyeyê hatibû taloqkirin, tê dayîn. Li gorî Enqereyê dihat payîn ku 15 û 16`ê Adarê bihata lidarxistin. Di heman demê de Enqereyê rejîma Sûriyeyê tawanbar kiribû ku her tim hewl dide bi rêbazên cuda normalîzekirinê asteng bike.

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov ji Spûtnîkê re wiha axivî: “Şêwirên çaralî yên li ser asta cîgirên wezîrên karên derve, zemînekê ji bo lidarxistina civîna wezîrên karên derve ava dike, dibe ku şêwir Nîsana bê li Moskovê bê lidarxistin.”

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin jî heman tişt piştrast kir û anî ziman ku detayên pêşketina vê rêgehê di demeke nêz de bên eşkerekirin.”

'PEJIRANDINA QANÛNA HILBIJARTINAN DÊ BIBE SEDEMA XWEPÊŞANDANÊN BERFIREH'

Rojnameya El Ereb jî têkildarî rewşa Iraqê nivîsî: “Pejirandina qanûna hilbijartinan li gorî mentiqa serweriyê û xwespartina hêzên ewlekariyê ji bo derxistina parlamenterên dijber, di nava derdorên siyasî û gel ên Iraqê de hêrseke mezin çêkir. Tê payîn ku xwepêşandanên nû yên mîna serhildana 2019`an dest pê bikin.

Rûniştina ku yekşemê hat lidarxistin û heta berbangê dewam kir, tê de tevlihevî derket. Gelek parlamenterên serbixwe yên dijberî qanûnê derketin, bi rêya hêzên ewlekariyê ji avahiyê hatin derxistin.

Çavdêr dibêjin ku bêwatekirina yek ji destkeftiyên Serhildana Tişrînê (serhildana Cotmeha 2019`an), dibe ku dîsa berê alîgirên wê serhildanê bide kolanan. Nexasim ku gel li hemberî siyasetên hikumeta Sûdanî, aloziya aborî û darayî ya li welat bi hêrs e. Bi taybetî gelek partiyên mezin careke din îsbat kir ku tenê xema wan berdewamkirina hikumê wan û derbekirina hewldanên avakirina muxalefetê li hundirê parlamentoyê ye.”

′LIHEVKIRINA LÎBYAYIYAN LI SER YEKKIRINA SAZIYÊN LEŞKERÎ Û EWLEKARIYÊ′

Rojnameya Îtîhad a Îmaratê têkidlarî rewşa Lîbyayê wiha nivîsand: "Komîteya Leşkerî ya Hevbeş a Lîbyayê ya 5+5 û fermandarên yekîneyên leşkerî û ewlehiyê li ser berdewama xebatên têkildarî yekkirina saziyên leşkerî li hev kir. Ew yek dê bi rêya serfermandaran, yekkirina saziyên ewlehî û saziyên din ên li welat pêk were.

Endamên Komîteya Leşkerî ya Hevbeş û fermandarên yekîneyên leşkerî û ewlehî yên li rojhilat, rojava û başûrê welêt û nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê NY′yê li Lîbyayê Ebdullah Batilî di dawiya civîna ewlehiyê ya li Terablusê de got divê diyaloga Lîbyayî-Lîbyayî li hundirê Lîbyayê hebe û destwerdana biyanî li xaka Lîbyayê were redkirin û pabendî bi encamên diyaloga fermandarên leşkerî û ewlehî bi Komîteya Leşkerî ya Hevbeş re di civîna yekemîn a li Tunis û ya duyemîn a li Terablusê de were kirin.

Di civînê de bang bidawîkirina şer û tundiyê li ser xaka Lîbyayê hate kirin, hewldanên zêde ji bo çareserkirina pirsgirêkên koçber û penaberan û kesên zirar ji şer dîtine werin dayîn, hewldanên lihevkirina nîştimanî werin temamkirin, xebatên ji bo lidarxistina hilbijartinan bên temamkirin. Her wiha divê Meclisa Nûneran û Meclisa Bilind a Dewletê li ser tedbîrên ji wan re hatine erdkarkirin temam bikin, da ku civîna bê li Benxazî di Remezanê de were lidarxistin.”

(ekîp/cx)